Berhem Salih: Nêrîna Papa wekhevî xebata me ya parastina rûmeta penaberan e

Navenda Nûçeyan (K24) - Komîsyarê Bilind ê Neteweyên Yekgirtî ji bo Karûbarên Penaberan Berhem Salih, di çarçoveya hevdîtinekê de bi Papayê Vatîkanê re, rola Papa di piştgirîkirina doza penaberan de pesinand.

Komîsyarê Bilind ê Neteweyên Yekgirtî ji bo Karûbarên Penaberan Berhem Salih îro (Duşem, 26.01.2026) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nivîsî: Ez bi hevdîtina xwe ya bi Papa Leoyê 14ê re serbilind bûm û min ji bo piştgiriya wî ya berdewam ji bo penaberan spasiya wî kir.

Berhem Salih amaje jî da ku, rêberiya exlaqî û rohî ya Papayê Vatîkanê wekheviyeka kûr bi karên komîsyona wan re ye, ji bo pêşvebirina parastina rûmeta kesên ku ji ber şert û mercên dijwar ên cîhanê hatine neçarkirin ku ji welatê xwe birevin.