Li Bonnê xwenîşandaneka mezin bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi Piştgiriya Konfedrasiyona Revenda Kurdistanî li Diyasporayê û bi tevlîbûna hejmareka gelek mezin ji hunermendên navdêr, ku hunermedê mezin Şivan Perwer jî yek ji wan e, xwepêşandaneka mezin li roja 31.01.2026ê li bin navê “Roj-Roja Biratiya Kurdan e” li meydana Hofgartenê ya bajarê Bonnê yê welatê Almanyayê tê lidarxistin.

Diyasporaya Kurdistanî îro (Duşem, 26.01.2026) li ser tora civakî ya Facebookê peyamek weşand û tê de ragihand ku, xwepêşandaneka mezin li bin navê “Roj-Roja Biratiya Kurdan e” dê li roja 31.01.2026ê bi piştgiriya wan li meydana Hofgartenê ya bajarê Bonnê yê welatê Almanyayê bê lidarxistin.

Peyama Diyasporaya Kurdistanî:

Daxûyanî :

Di 31.01.2026 de xwepêşandana di bin navê: Roj-Roja Biratiya kurdan e, 

Li bajarê Bonn ê li meydana Hofgarten bi Piştgiriya Konfedrasiyona Rewenda Kurdistanî li Diaspora tê lidarxistin. Xwepêşandan navendî ye û hejmareke gelek mezin ji hunermendên navdêr jî beşdar dibin. Hunermed û mamosteyê mezin Şivan Perwer jî ji Hewlêrê berê xwe dide Bonnê ji bo bi serhildana gelê xwe re be. Ew dibêje: Dizanim wê li bajarê Bonnê dilê Rojava lê bide, wê dilê min jî bi dilê Rojava re lê bide.

Banga me ji kurdan re ew e ku di vê rojê de mil bi mil bin, dil bi dil bin. Şûr li ser stûyê gelê me, dengê me kelemê di çavê neyarê me de ye.

Berê xwe bidin Bonnê, di dilê we de welat, di çavên we de hêvî.

 

Komîteya Birêvebirina Xwepêşandanê

25.01.2026