Mike Pompeo bo K24ê behsa paşeroja Kurdan li Iraq, Sûriye û Rojhilatan Navîn dike

Mike Pompeo (AFP)
Mike Pompeo (AFP)

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê berê Mike Pompeo îşev saet 8:0 mêvanê odeya nûçeyan a Kurdistan24ê ye.

Mike Pompeo dê li odeya nûçeyan a Kurdistan24ê li ser paşeroja Kurdan li Iraq, Sûriye û Rojhilata Navîn biaxive.

Mike Pompeo

Navê temam: Michael Richard Pompeo

Bûn: 30ê Berçileya 1963ê li Kalîforniya, Amerîka.

Karên siyasî û post

Pompeo siyasetmedarekê girêdayî Komariyan e û wekî yek ji kesatiyên bihêz tê hesibandin.

Ji sala 2011 heta sala 2017ê li Encûmena Nûnerên Amerîkayê Nûnerê Wîlayeta Kansasê bû.

(2017 - 2018) Di destpêka birêveberiya Donald Trump de, ew wekî Birêvebirê Ajansa Hewalgiriya Navendî (CIA) xebitî.

(2018 - 2021) Paşê ew bû Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê 70ê û cihê Rex Tillerson girt. Ew heta dawiya dema Trump di wê postê de ma.

Têkiliyên bi Kurdan re

Mike Pompeo bi wê yekê tê naskirin ku, têkiliyên baş û dostane bi serokatiya siyasî ya Kurdan li Herêma Kurdistanê re hene û gelek caran serdana Hewlêrê kiriye.