NY bo K24ê: Em pêşwaziya gihandina alîkariyên mirovî bo Kobaniyê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ragihand ku, ew pêşwaziya gihandina alîkariyên mirovî ji bo bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê dikin.
Cîgirê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Ferhan Heq îro (Sêşem, 27.01.2026) di daxuyaniyeka taybet de ji Kurdistan24ê re kêfxweşiya rêxistina xwe ji bo destpêkirina pêvajoya gihandina alîkariyên mirovî ji bo bajarê Kobaniyê diyar kir.
Ferhan Heq amaje jî da ku, Neteweyên Yekgirtî girîngiyê dide her bizavekê ku bibe sedema sivikkirina êşa sivîlan û dabînkirina pêdivîtiyên bingehîn ji bo qurbaniyên wan deveran ên ku zirar ji şer û aloziyan dîtiye.
Cîgirê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî tekez jî kir ku, vekirina korîdorên mirovî û gihandina alîkariyan ji bo bajarê Kobaniyê pêngaveka pir pêdivî û girîng e.
Ev pêşwaziya Neteweyên Yekgirtî di demekê de ye ku, bajarê Kobaniyê di çend rojên borî de ji ber dorpêçkirin û pevçûnên leşkerî rûbirûyî krîzeka mirovî ya kûr bû. Piştî bizavên dîplomatîk û zextên civaka navneteweyî, rêyên gihandina alîkariyan hatin vekirin û karwanên yekê yên xwarin û dermanan gihîştin nav wî bajarî.
Rêkixstina Neteweyên Yekgirtî wekî pareka berpirsyarîtiyên exlaqî û qanûnî çavêdriyeka berfireh ji bo wê rewşê dike û daxwaza berdewamiya wê pêvajoyê dike, da ku rêyê li her karesateka mirovî bigire, ku li ser jiyana bi sedan hezar welatiyên ku li bakurê Sûriyeyê dijîn bibe gef.