Mercên Amerîkayê ji bo hikûmeta nû ya Iraqê: Divê mîlîşya çekan deynin

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Iraqê Mark Savaya, piştgiriya xwe ya tam ji bo helwesta Donald Trump nîşan da, ku vegera Nûrî Malikî bo serokatiya hikûmeta Iraqê red dike. Savaya destnîşan kir, Washington alîgirê pêvajoyeke siyasî ye ku rê li ber dûbarebûna şaşiyên berê bigire.

Mark Savaya li ser hejmara xwe ya tora civakî "X" nivîsand: "Di bin serokatiya Donald Trump de, werin em Iraqê careke din mezin bikin."

Trump: Alîkarî dê werin birîn

Ev daxuyaniya Savaya piştî peyama Donald Trump a li ser platforma "Truth Social" hat. Trump di peyama xwe de ragihandibû, nabe rê were dayîn ku Malikî vegere bo serokwezîrtiyê. Trump bal kişand ser serdemê desthilatdariya Malikî û got, di wê demê de Iraq rûbirûyî hejarî û alozî û bêpergalî bûye.

Trump hişyariyeke tund da berpirsên Iraqî û got: "Heke Malikî dîsa were hilbijartin, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dê hemû alîkariyên xwe yên ji bo Iraqê bisekinîne. Ji ber ku ev yek dê derfetên Iraqê yên ji bo serkeftin, xweşguzarî û azadiyê ji nav bibe."

Joe Wilson: 7 mercên bo Iraqê

Ji aliyekî din ve, Endamê Kongreya Amerîkayê Joe Wilson spasiya Trump û Savaya kir û ragihand, ew ji bo "rizgarkirina Iraqê" kar dikin. Wilson tekez kir, êdî ew ê li hemberî bandor û hejemoniyên derve yên li ser Iraqê bêdeng nemînin.

Joe Wilson ji bo hikûmeta nû ya Iraqê 7 merc û daxwazên sereke rêz kirin:

1- Bêçekkirin: Di navbera 6 û 12 mehan de divê hemû komên çekdar werin bêçekkirin.

2- Gendelî: Têkoşîneke rasteqîn li dijî gendelî û sipîkirina diravî were meşandin.

3- Dadwerî: Desthilateke dadwerî ya serbixwe û dûrî bandora partîtî û siyasî were avakirin.

4- Serwerî: Bandora hêzên derve li ser karûbarên Iraqê were birîn.

5- Heşda Şeibî: Hêzên Heşda Şeibî di nava artêş û hêzên fermî de werin yekkirin.

6- Kabîneya Pispor : Divê endamên kabîneya hikûmetê mirovên pisporên jêhatî û profesyonel û dilsozê dewletê bin.

7- Têkiliyên bi Amerîkayê re: Pabendbûn bi avakirina peywendiyên stratejîk ên aborî û ewlehiyê bi DYA'yê re.