ENKS: Em di hevdîtinên bi Şamê re, her pabendî biryarên Konferansa 26ê Nîsanê ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) Silêman Oso ragihand, Ofîsa Wezîrê Derve yê Sûriyeyê bi wan re peywendî daniye û daxwaz kiriye ku bi serokatiya ENKSê re bicive. Oso tekez kir, ew ji bo rawestandina şer û parastina herêmên Kurdî amade ne biçin Şamê.

Pêvajoya peywendiyan û daxwaza Şamê

Silêman Oso derbarê hûrgiliyên peywendiyan de ji K24ê re diyar kir, Wezareta Derve ya Sûriyeyê destpêkê daxwaza navên endamên Şanda Hevbeş a Kurdî kiribû. Oso got: "Me nav ji wan re şandin, lê piştre wan diyar kir ku dixwazin di qonaxa yekem de rasterast bi Serokatiya ENKSê re bicivin û navên endamên serokatiya me xwestin. Niha hewildan hene ku di demeke nêzîk de ev hevdîtin pêk were."

Pabendbûna bi Yekrêziya Kurdî û Şanda Hevbeş

Silêman Oso tekezî li ser biryarên Konferansa 26ê Nîsanê kir û got: "Em wek ENKS, em her pabend in bi biryarên Konferansa 26ê Nîsanê ya Yekrêziya Kurdî û pabendî Şanda Hevbeş a Kurdî ne. Eger îro Şam daxwaza hevdîtina bi Serokatiya ENKSê re bikin, emê biçin û hevdîtinê bikin û guhdariya wan bikin. Armanca me ya herî bilez di vê qonaxê de, ew e ku şer raweste û şer nekeve herêmên Kurdî.”

Silêman Oso destnîşan kir jî: “Em ê bixwazin ku Şanda Kurdî ya Hevbeş bê çalakkkirin û hevdîtineke siyasî di navbera Şanda Kurd ya Hevbeş û Şamê de çêbibe."

Rexne li stratejiya Şamê: "Siyaset divê pêşî be"

Oso sedema alozî û krîza niha ya li Sûriyeyê vegerand ser şaşiyên hikûmeta Şamê û got: "Şamê her tim pirsên leşkerî û ewlehî xistin pêşiya çareseriya siyasî, ev yek bû sedema alozîbûna rewşê. Pêdivî ye ku pêşî peymanên siyasî werin îmzekirin, piştre pirsên leşkerî û ewlehî werin çareserkirin."

Hevdîtin dê di kîjan astê de bin?

Silêman Oso eşkere kir ku hîn dema civînê nehatiye diyarkirin û ji bo çûna wan a Şamê, divê hinek rêkarên ewlehî bên amadekirin. Derbarê asta hevdîtinan de jî wiha got: "Dibe ku hevdîtina me ya destpêkê bi Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Es’ed Şeybanî re be, lê eger heye ku piştre bi Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera re jî bicivin."

Di dawiya axaftina xwe de, Oso tekez kir, eger Şam ji bo rêkeftineke siyasî û çareserkirina pirsa Kurdî cidî be, navnîşana wan a sereke Şanda Hevbeş a Kurdî ye û ENKS amade ye ji bo aştiyê hemû derfetan bikar bîne.