Li Silêmaniyê 'Monûmenta Keziyê' tê avakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Silêmaniyê Dr. Heval Ebûbekir ragihand, di paşerojeke nêzîk de li bajarê Silêmaniyê monûmenteke (peyker/bîrdarî) mezin di bin navê "Kezî" de were avakirin. Ev bîrdarî wekî sîmbola yekîtiya neteweyî û berxwedana Kurdistanê tê pênasekirin.

Dr. Heval Ebûbekir, îro Çarşemê 28’ê Çileyê di daxuyaniyekê de diyar kir, wekî parêzgeha Silêmaniyê ew bi hemû awayî piştgiriya pêşniyar û destpêşxeriya hunermend Dilşad Behadîn dikin. Armanca vê projeyê, avakirina bîrdariyeke bi navê "Monûmenta Kezî, Monûmenta Şikoyê" ye ku nîşana roja yekbûna neteweyî û serkeftina Kurdistanê dide.

Parêzgarê Silêmaniyê bal kişand ser cîbicîkirina projeyê û got: "Ev monûment dê li navenda bajarê Silêmaniyê were bilindkirin. Di demeke nêzîk de, piştî şêwira bi Serokatiya Şaredariyê, Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunera Silêmaniyê û bi beşdariya pisporan, em ê dest bi pêngavên kiryarî bikin."

Navlêkirina vê monûmentê wekî "Kezî", wekî berteka li hemberî êrişên li ser rûmeta jin û gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê tê dîtin. Ev pêngav wekî peyamekê ji bo her çar parçeyên Kurdistanê tê pênasekirin ku Silêmanî jî mîna Hewlêrê (ku heman navî li çarerêyekê dike) xwedî li sembolên neteweyî derdikeve.