Du senatorên Amerîkî ji K24ê re: Kurd hevpeymanên me yên girîng û dilsoz in

Navenda Nûçeyan (K24) – Senatorên navdar ên Amerîkayê Chris Coons û Rick Scott, di daxuyaniyên taybet de ji bo peyamnêrê Kurdistan24ê li Washingtonê, piştgiriya xwe ya xurt ji bo gelê Kurd nû kirin. Senatoran bang li rêveberiya nû ya Amerîkayê kirin ku parastina hevpeymanên xwe yên li Sûriye û Iraqê bike û rê li ber tundûtûjiyê bigire.

Chris Coons: Serok Barzanî hevpeymanekî dilsoz û pêbawer e

Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya Senatoyê, Senator Chris Coons giranî da ser têkiliyên dîrokî yên bi Serok Mesûd Barzanî re û got: "Bi baweriya min, pir girîng e ku em di peywendî û piştgirîkirina Serok Barzanî de berdewam bin. Ew ji bo salên dirêj hevpeymanekî dilsoz û cihê baweriyê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bûye."

Senator Coons her wiha nîgeraniya xwe ya li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê anî ziman û destnîşan kir, divê Amerîka ji herêmê venekişe da ku rê li ber pêşveçûna hêzên çekdar ên Şamê were girtin. Wî bang li rêveberiya Trump kir jî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) biparêze.

Senator Coons got: "HSD’ê mil bi milê Amerîkayê xizmet kir, wan serî hilda û di oxira azadiyê de şer kirin. Di vê dema hestiyar de, ku ew di bin zextên giran de ne, pir girîng e ku em wan bi tenê nehêlin. Divê Serok Trump û serkirdeyên rêveberiya nû bibînin ku li wê derê hevpeymanên me yên Kurd ên girîng hene û ew hêjayî piştgiriya me ne."

Rick Scott: "Divê Iraq nekeve bin bandora Îranê"

Ji aliyê xwe ve, Senator Rick Scott piştgiriya gelê Amerîkayê ji bo Kurdên li Iraq û Sûriyeyê dubare kir. Scott bi taybetî bal kişand ser serweriya Iraqê û hişyarî da ku divê Iraq nekeve bin hejmoniya Îranê.

Senator Scott wiha axivî: "Ya herî girîng ew e ku em piştgiriya wan hewildanan bikin ku dihêlin xelkê Iraqê bi xwe şêwazê hikûmeta xwe hilbijêrin. Divê em bi rêya peywendiyên xwe yên li wir, her tiştî bikin, da ku rê li ber şer û tundûtûjiyê bigirin."