Dilşad Şehab: Nearamiya Sûriyeyê dê bandorê li ser rewşa Iraqê bike
Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê eşkere kir ku, Serok Barzanî hemî giranî û têkiliyên xwe yên navneteweyî, bi taybetî jî di serdana xwe ya Îtalyayê de, ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê bi kar anîne. Herwesa ragihand: Ji ber wan bizavên dîplomatîk ên zêde, metirsiya şerekê mezin li ser deverê nemaye û rewş ber bi tenahiyê ve diçe.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab îro (Çarşem, 28.01.2026) di daxuyaniyeka rojnamevanî de bal kişand ser bizavên zêde û berdewam ên serokatiya siyasî ya Herêma Kurdistanê ji bo aramkirina rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê. Herwesa ragihand ku, nîşan ber bi tenahiyê ve diçin û metirsiya şerekê mezin nemaye.
Dilşad Şehab amaje jî da ku, serokatiya siyasî ya Herêma Kurdistanê, bi taybetî jî Serok Mesûd Barzanî, bi awayekî “cidî û kiryarkî" hemî giranî û têkiliyên xwe yên dîplomatîk ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê bi kar anîne. Herwesa got ku, hem di çarçoveya serdana Serok Barzanî ya Îtalyayê de û hem jî bi rêya têkiliyên wî yên berdewam bi navendên biryardanê yên navneteweyî re, doza Rojavayê Kurdistanê mijareka sereke bû.
Navbirî tekez li ser nêrîneka stratejîk jî kir û got: Di encama şopandina berdewam a Herêma Kurdistanê û hevalên navneteweyî li ser rewşa deverê de, ew rastî ji hemiyan re hatiye îspatkirin ku heta gelê Kurd negihîje mafên xwe yên rewa, ev dever dê tu carî tenahiya temam nebîne.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser bandora bizavên Herêma Kurdistanê ron jî kir ku, ew tevgerên berfireh ên dîplomatîk û siyasî yên ku Herêma Kurdistanê kirine bûne sedema çêkirina piştgiriyeka navneteweyî ya bihêz ji bo Rojavayê Kurdistanê. Van bizavan, ji bilî gihandina alîkariyên mirovî, roleka "çalak û bibandor" di kêmkirina aloziyan û derbazkirina qonaxa xeter a şerekê wêranker de lîstiye.
Dilşad Şehab di pareka din a gotinên xwe de amaje da ku, bizavên navbeynkariyê û şopandina rewşê berdewam in û nîşanên baş hene ku rewş dê ber bi aştiyê ve biçe.
Navbirî herwesa got: Tu welat û alî piştgiriyê nadin şerê li Sûriyeyê; yekdengiyeka navneteweyî heye ku divê pevçûnên leşkerî bên bidawîanîn.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser encamên nearamiya Sûriyeyê haydarî da û ragihand: Gelê Kurd yek ji faktorên sereke yên şkandina DAIŞê bû û cîhanê rêz li vê qurbanîdanê girtiye. Her rengekê nearamiyê û serhildaneka terorê li Sûriyeyê dê bandoreka rasterast li ser rewşa Iraqê bi giştî hebe.