Li Kelarê konserta 'Kezî' ji bo Rojavayê Kurdistanê tê lidarxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Grupa Muzîkê ya Qelay Şêrwane, ji bo piştgiriya xelkê Rojavayê Kurdistanê konserteke taybet di bin navê "Kezî" de li bajarê Kelarê saz dike.
Endamê Grupa Muzîkê ya Qelay Şêrwane Perwer Caf îro 28’ê Çileyê derbarê vê çalakiya hunerî de ji Kurdistan24ê re axivî û diyar kir, hemû dahata vê konsertê dê ji bo alîkariya Rojavayê Kurdistanê were şandin.
Perwer Caf bal kişand ser rewşa giran a li Rojavayê Kurdistanê û got: "Me navê konserta xwe kiriye 'Kezî' da ku em dengê berxwedana xwişk û birayên xwe bilind bikin. Em wekî hunermend her tiştê ji destê me tê dikin. Heta em dixwazin di paşerojê de van konsertên xwe bibin bajarên Rojavayê Kurdistanê jî, da ku em rasterast li nav wan de bin."
Caf bi taybetî spasiya xelkê Kelar û Kifriyê kir û çîrokeke balkêş a piştevaniyê parve kir: "Piştî ku me nûçeya konsertê belav kir, welatiyekî dildar hat û tenê bilêtek bi 500 dolarî kirî. Ev nîşana wê yekê ye ku gelê me di rojên teng de çiqasî li hev xwedî derdikeve. Ez bang li hemû Kurdên welatperwer dikim ku werin beşdarî konsertê bibin û bi kirîna bilêtan bibin piştgirê Rojava."
Konserta "Kezî" ya Grupa Muzîkê ya Qelay Şêrwane, biryar e roja sibe Pêncşemê li navçeya Kelarê, di nav Hola Hunerê de were lidarxistin.
Ev çalakî di demekê de ye ku li seranserî Herêma Kurdistanê ji bo alîkariya koçber û lêqewimiyên Rojavayê Kurdistanê kempînên berfireh hatine destpêkirin.