Li Dadgeha Hewlêrê gilînameyek li dijî kanalên Cezîre û Hedesê hat tomarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzerekê şêwirmend li Hewlêrê got: Li dijî wê kampanyaya medyayî ya nijadperest a ku ji hêla her du kanalên bi zimanê Erebî Cezîre û Hedesê ve li ser Kurdan û Rojavayê Kurdistanê hatiye destpêkirin, me doz vekiriye û em daxwaza daxistina nivîsîngehên wan her du kanalan dikin.

Parêzerê şêwirmend Aso Haşim îro (Çarşem, 28.01.2026) ji Kurdistan24ê re ragihand: Ji ber dijatiya Kurdan û têkdan û şoveniya ji aliyê her du kanalên Cezîre û Hedesê ve tê kirin, me gilînameyeka qanûnî pêşkêşî Serokatiya Dozgeriya Giştî ya Hewlêrê kiriye, bi îhtîmaleka mezin nivîsîngehên wan her du kanalan li Hewlêrê dê bên daxistin û kar û çalakiyên wan dê bên rawestandin.

Aso Haşim amaje jî da: Me komeka parêzeran, ku em dibin nêzîkî 15 parêzeran, gilînameyek pêşkêşî Serokatiya Dozgeriya Giştî ya Dadgeha Hewlêrê kiriye. Herwesa ragihand ku, daxwaza wan hatiye wergirtin û di rojên bê de biryar dê li ser wê bê dayîn.

Parêzerê navbirî herwesa got ku, wan di daxwaza xwe de tekez li ser daxistina nivîsîngehên wan her du kanalan û rawestandina kar û çalakiyên wan li Herêma Kurdistanê kiriye, bi taybetî jî li parêzgeha Hewlêrê.

Ji destpêka peydabûna şerê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Artêşa Erebî ya Sûriyeyê de heta niha, medyaya Erebî, bi taybetî jî her du kanalên Cezîre û Hedes, berdewam peyamên nijadperestî belav dike û dijîtiya neteweya Kurd û mafên wê dike, di bernameyên xwe de gotarên şovenî belav dike û piştgiriyê dide qirkirina Kurdan.

Herwesa li Herêma Kurdistanê û di nav Kurdên li derveyê welat de jî, kampanyayeka berfireh ji aliyê xelkî ve li dijî wan kanalên Erebî yên ku dijîtiya Kurdan dikin hatiye ragihandin û daxwaz dikin ku êdî rê neyê dayîn ku ew li Herêma Kurdistanê bixebitin.