Trump: Êrişa vê carê ya li ser Îranê, dê gelekî girantir be

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump careke din gefên tund li Îranê xwarin û ragihand, hêzeke mezin a deryayî ber bi herêmê ve diçe. Trump hişyarî da Tehranê ku êrişa vê carê dê ji ya berê pir dijwartir û wêrankertir be.

Donald Trump, îro Çarşemê 28’ê Çileya 2026’an, li ser platforma xwe ya tora civakî "Truth Social" peyamek belav kir û tê de got: "Hêzeke deryayî (armada) ya pir mezin ber bi Îranê ve bi rê ketiye. Ev hêz bi lez û bi armanceke zelal dilive. Ev keştiyên şer di bin fermandariya keştiya firokehilgir a mezin 'USS Abraham Lincoln' de ne û ev hêz ji ya ku me ji bo Venezuelayê şandibû pir mezintir e."

Serokê Amerîkayê di peyama xwe de bal kişand ser nakokiyên berê û ji berpirsên Tehranê re nivîsand: "Wekî ku min berê jî ji Îranê re gotibû; rêkeftinekê bikin! Wan nekir, lewma 'Operasyona Çakûçê Nîvê Şevê' pêk hat û Îran bi awayekî mezin wêran bû. Êrişa bê dê pir xirabtir be! Nehêlin ev yek dubare bibe."

"Operasyona Çakûçê Nîvê Şevê" navê wê êrişa Amerîkayê ya di Hezîrana 2025’an de ye ku tê de navendên atomî yên Îranê hatibûn armanckirin.

Trump di dawiya peyama xwe de daxwaz kir ku Îran vegere ser maseya danûstandinan û wiha dewam kir: "Hêviya min ew e ku Îran di zûtirîn dem de were ser maseyê û em li ser rêkeftineke dadperwer û wekhev – bêyî çekên atomî – biaxivîn. Rêkeftinek ku ji bo her du aliyan baş be. Dem ber bi dawiyê ve diçe."