Ferhad Şamî: Heke dîplomasî şkest, em pêngavekê jî paşve venagerin

Ferhad Şamî
Ferhad Şamî

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêvebirê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) eşkere kir ku, nîqaş û danûstandin li Şamê di bin çavdêriya navneteweyî de tên kirin. Tekez jî kir ku, heke çareseriya dîplomasî bi ser nekeve, ew dê yek pêngavekê jî paşve venegerin.

Birêvebirê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî îro (Çarşem, 28.01.2026) di daxuyaniyeka taybet de ji kanala Ronahiyê re bal kişand ser guhertinên dawiyê yên siyasî û leşkerî yên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê û ragihand ku, danûstandin bi Hikûmeta Şamê re bi çavdêriya aliyên navneteweyî tên kirin.

Ferhad Şamî di daxuyaniya xwe de girîngiya rola cemawer tekez kir û got: Helwesta gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê û Ewropayê roleka yekalîker dilîze û dikare araste û rêça bûyerên vê qonaxa hestyar biguhere. Mana xelkî li meydanan û piştgirîkirina wan ji bo berxwedanê garantiya derbazbûna vê rewşê bi silametî ye.

Navbirî li ser îhtîmalên di rêya pêvajoya siyasî û leşkerî de jî got: Em dê hemî bizavan bikin da ku çareseriya dîplomatîk serketî be. Danûstandin li Şamê di bin çavdêriya navneteweyî de tên kirin û em dê di demeka nêzîk de encaman ji gelê xwe re eşkere bikin. Lê heke dîplomasî serkeftî nebe, hingê em bi tu rengan amade nînin ku tenê yek pêngavê jî ji bo paşve vegerin.

Berpirsê Ragihandina HSDê haydarî da aliyê beranber jî û got: Heke dijmin biryarê bide ku dest bi êrîşê bike, em dê ne tenê berevaniyê bikin, belkî em dê şer bikin û em dê pêngavên mezin û stratejîk biavêjin.

Ferhad Şamî herwesa gelê Rojavayê Kurdistanê piştrast jî kir ku, ev têkoşîn dê bi serkeftinê bê tacdarkirin. Herwesa bang li wan kir ku, bawerî bi hêzên xwe hebe û nebin alavên destê propaganda û şerê derûnî yê dijmin.