MSD: Danûstandinên bi Şamê re li ser bingeha lihevkirina 18ê Çileyê bi erênî dimeşin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Peywendiyên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Şamê, Ebdulwehab Xelîl ragihand, danûstandinên di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de bi awayekî erênî berdewam dikin û her du alî li ser xalên lihevkirina 18 Çileyê gotûbêjan dikin.
Ebdulwehab Xelîl ji Kurdistan24ê re, hûrguliyên danûstandinên dawî yên li Şamê yên di navbera Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û Hikûmeta demkî de aşkere kirin û diyar kir, atmosfera hevdîtinan di qonaxeke nû û erênî de ye û hewil tê dayîn ku pirsgirêkên leşkerî, ewlehî û siyasî bi rêya diyalogê bên çareserkirin.
Xelîl destnîşan kir, lihevkirina 18ê Çileyê di navbera her du aliyan de tê nirxandin. Ev rêkeftin mijarên teknîkî, leşkerî û îdarî li xwe digire. Li gorî daxuyaniya wî, ev danûstandin ji bo misogerkirina mafên Kurdan û pêkhateyên herêmê di çarçoveya destûra Sûriyeyê de tên kirin.
Çarenivîsa HSD û Asayîşê
Derbarê aliyê leşkerî û ewlehî de, Berpirsê Peywendiyên MSDê eşkere kir, nêrînek heye ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wek hêzeke neteweyî di bin sîwana Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê de bimînin û herêmên xwe biparêzin. Herwiha hat diyarkirin, hêzên Asayîşê jî di bin sîwana Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê de bên birêxistinkirin, lê hûrgiliyên mekanîzmaya vê yekê hîn di bin nîqaşê de ne.
Rola Başûrê Kurdistanê û Serok Barzanî
Ebdulwehab Xelîl di axaftina xwe de behsa piştgiriya Başûrê Kurdistanê kir û pesnê rola Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî da. Xelîl got: “Helwesta serkirdayetiya Başûrê Kurdistanê û alîkariyên wan ên mirovî û dîplomatîk ji bo me gelekî girîng in. Dengê ku wan di astên navdewletî de ji bo mafên Kurdan bilind kiriye, bandoreke mezin li ser pêvajoyê dike.”
Xelîl herwiha tekez kir, yekrêziya Kurdan û piştgiriya perçeyên din ên Kurdistanê hêzeke mezin dide wan û got: “Em deyndarê xwîna şehîdên xwe û piştgiriya neteweyî ne.”
Di dawiya axaftina xwe de, nûnerê MSDê diyar kir ku tevî metirsî û dijwariyan, ew geşbîn in ku ev danûstandin bigihîjin encamekê ku xizmeta hemû gelê Sûriyeyê û bi taybetî mafên rewa yên gelê Kurd bike. Herwiha da zanîn jî, bi sekinandina şer, dê derfeta çareseriyên siyasî û îdarî zêdetir bibe.