Ji ber dorpêça li ser Kobanê, qeyrana derman û xwînê gihiştiye asteke metirsîdar

Navenda Nûçeyan (K24) – Bajarê Kobanê bi qeyraneke kûr a mirovî re rûbirû ye. Ji ber dorpêça giran û qutbûna av, elektrîk û xwarinê, kerta tenduristiyê ber bi hilweşînê ve diçe. Yek ji metirsiyên herî mezin jî kêmbûna xwînê ye ku jiyana bi sedan birîndaran dixe xeteriyê.

Li gorî şopandina Kurdistan24ê ji hundirê Kobanê, rewşa mirovî û tenduristiyê li bajêr her ku diçe xiraptir dibe. Dorpêça ku ji çar aliyan ve li ser bajêr hatiye danîn, bûye sedema kêmbûna xwarin û dermanan, vê yekê jî bandoreke rasterast li ser jiyana welatiyan kiriye.

Saziyên tenduristiyê yên li Kobanê çendîn caran bang li welatiyan kirine ku xwînê bibexşînin, da ku jiyana birîndaran bê parastin, lê heta niha tenê nêzîkî 100 kesan xwîn dane.

Sedemên vê kêmbûnê ne tenê tirs in, lê piranî ji ber birçîbûn û kêmxwarê ye. Welatiyên Kobanê ji ber dorpêçê ji aliyê laşî ve gelekî qels ketine û hêza wan a fîzîkî nemaye ku karibin xwînê bibexşînin.

Perstar Selam Hacî ji hundirê bajêr ve ragihand: "Tevî bangewaziyên me, hejmara beşdarên beşîna xwînê gelekî kêm e. Ev birê hatî komkirin li hemberî zêdebûna hejmara birîndaran bi ti awayî têrê nake."

Êrîşên li ser bajêr ziyanên mezin gihandine jêrxana tenduristiyê. Nexweşxane û dermanxane ji ber nebûna derman û pêdiviyên bijîşkî di rewşeke krîtîk de ne. Berpirsên tenduristiyê hişyarî didin ku eger korîdorên mirovî neyên vekirin û alîkarî negihêjin bajêr, nexweşxane dê neçar bimînin ku deriyên xwe bi temamî bigirin.

Welatiyê bi navê Ezedîn Mistefa jî bal kişand ser êş û azarên xelkê bajêr û diyar kir ku Kobanê di tariyê de ye û karesatek li ber derî ye.

Çavdêrên rewşê tekez dikin ku eger civaka navdewletî û saziyên mirovî bi lezgînî destwerdanê nekin, dê li Kobanê karesateke mirovî ya ku nayê vegerandin biqewime.