Xetera komên çekdar ên Sûriyeyê karê rêkxistinên mirovî li kampên Rojava rawestandiye

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî êrîşên hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û komên çekdar ên hevalbendên wê li deverên Rojavayê Kurdistanê û başûrê gundên Hesekeyê, kampên Weşokanî û Serêkaniyê tevî penagehên Hesekeyê di rewşeka xirab de ne û piraniya rêkxistinan ji ber rewşa ewlehiyê ya deverê çalakiyên xwe rawestandine.

Birêvebiriya kamp û penagehên awareyên Serêkaniyê li bajarê Hesekeyê û gundên derdora wê îro (Pêncşem, 29.01.2026) ragihand ku, hejmareka awareyan piştî gelek salên binecihbûnê kamp û penagehên xwe terikandine û ber bi bajarên din aware bûne, herî zêde jî ber bi Qamişlo, Dirbêsiyê û Amûdê ve çûne, herwesa hejmareka sînrdar a wan malbatan jî vegeriyaye Serêkaniyê.

Berpirsekê penagehên Hesekeyê û derdora wê, ku nexwest navê xwe eşkere bike, ragihand ku aware li ser 37 penagehan hatine belavkirin û zêdetir ji 1295 malbatan tê de xwecih in. Amaje jî da ku, dibistanek ku wekî penageh dihat bikaranîn hatiye valakirin, bi vî rengî jî hejmara niha daketiye 36 penagehan.

Wî berpirsî herwesa ragihand ku, hin ji malbatan berê xwe daye deverên din ên nav bajar û gundan, lê tenê du malbat an jî zêdetir vegeriyane Serêkaniyê. Herwesa tekez li ser pêdivîtiya serhejmêriyeka nû jî kir.

Berpirsekê kampa Teleîyê, ku nexwest navê wî bê eşkerekirin, ragihand ku, pêştir nêzîkî 2700 malbatên aware yên xelkê Serêkaniyê li wê kampê binecih bûn. Herwesa nêzîkî 25% ya malbatan jî piştî bûyerên vê dawiyê û rawestandina piştgiriya rêxistinên navneteweyî û herêmî kampên xwe terikandine. Amaje jî da ku, wan malbatan berê xwe daye bajarên din, lê tenê hejmareka sînordar vegeriyaye Serêkaniyê.

Berpirsekê kampa Weşokaniyê jî, ku nexwest navê wî bê eşkerekirin, ragihand ku, zêdetir ji 2500 malbatên aware yên xelkê Srekaniyê li wê kampê bûn, herwesa nêzîkî 10% ya wan malbatan ew kamp terikandiye û berê xwe daye bajarên din ên wê deverê.

Ev jî di demekê de ye ku, qerebalixiyeka zêde li gundên bakurê Hesekeyê çê bûye, bi taybetî jî li Qamişlo, Amûdê û Dirbêsiyê, ku xelkê aware yê Tebqa, Reqa, Dêrazor û gundên Hesekeyê lê binecih bûye.

Ji ber berdewamiya êrîşên Artêşa Sûriyeyê û komên çekdar, rêkxistinên navxweyî û biyanî ku di warên alîkariyên mirovî de kar dikin, çalakiyên xwe rawestandine. Ji ber vê yekê jî, gelek ji awareyan kamp û penagehên xwe terikandine û berê xwe daye deverên derdorê.