Lihevkirina HSD û Hikûmeta Sûriyeyê tê ragihandin
Navenda Nûçeyan (K24) - Çavkaniyekê ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Kurdistan24ê re ragihand ku, îro an sibe lihevkirina dawiyê û tevgir a di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyeyê de bi rengekê fermî tê ragihandin.
Wê çavkaniya Rêveberiya Xweser eşkere kir ku, ev lihevkirin dê wekî nexşerêyekê ji bo çareserkirina pirsgirêkên ewlehî û leşkerî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê be, ku tê de wekî şertekê sereke amaje bi parastina taybetmendiyên deverên Kurdî hatiye dan.
Li gorî zanyarên wê çavkaniyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi tevahî nayên hilweşandin, belkî dê biçin ser mîlakê Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê.
Ji aliyê ewlehiya navxweyî ve jî, Hêzên Ewlekariya Navxweyî (Asayîş) dê berpirsiyariya tevahî ya parastina ewlehî û aramiyê li bajar û deverên Kurdan werbigirin, herwesa di wê lihevkirinê de jî tekez hatiye kirin ku artêşa Sûriyeyê naçe nav navenda bajar û deverên Kurdan.
Li ser xalên stratejîk ên wekî deriyên sînorî, balafirxane û sînorên navneteweyî, biryar hatiye dan ku bi birêvebiriyeka hevpar di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser de bên birêvebirin. Herwesa xaleka din a girîng a wê lihevkirinê girêdayî deverên dagirkirî yên wekî Efrîn û Serêkaniyê ye, ku tê de encûmena xwecihî dê ji xelkê wê deverê ji bo birêvebirina karûbarên wan bajaran bê pêkanîn, ev jî wekî pêngavekê ji bo normalkirina rewşê û vegera awareyan ji bo warên wan tê dîtin.
Ev lihevkirina çaverêkirî piştî hejmareka danûstandinên dûr û dirêj li Şamê tê, ku tê de bizav hatiye kirin ku di navbera serweriya dewleta Sûriyeyê û parastina mafên neteweyî û îdarî yên Kurdan de li Rojavayê Kurdistanê bê hevsengiyek çêkirin.
Tevlihevkirina HSDê di nav Wezareta Berevaniyê de û hiştina erkê ewlehiyê di destê ewlehiya navxweyî de wekî destkeftiyeka siyasî ji bo Kurdan tê dîtin, da ku destkeftiyên ku di şerê li dijî DAIŞê de bi dest xistine biparêzin.
Ev hevfêmkirina nû îhtîmala pevçûnê di navbera artêşê û HSDê de bi dawî dike û ji bo tenahiya demdirêj di Sûriyeya nû de asoyeka nû pêşkêş dike.