Elina Valtonen: Divê mafên tev neteweyan li Sûriyeyê bên parastin
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîra Derve ya Fînlandayê bi rêya Kurdistan24ê daxwaza parastina mafên tevaya pêkhate û neteweyên Sûriyeyê dike.
Wezîra Derve ya Fînlandayê Elina Valtonen îro (Pêncşem, 29.01.2026) ji Kurdistan24ê re got: Em bi tevahî piştgiriyê didin yekbûna tevahî û parastina mafên mirovan, ji bo hemî netewe û pêkhateyên Sûriyeyê.
Herwesa pêştir jî hejmareka endamên Parlamentoya Ewropayê jî li ser wê rewşa xeter a ku li Rojavayê Kurdistanê diqewime di peyamên cuda cuda de haydarî da û ragihand ku, bêdengbûna civaka navneteweyî li hember wan êrîşan manaya hevparîkirina di tawanê de dide û divê Ewropa bi lez desttêwerdanê ji bo parastina wan Kurdan ên ku cîhan ji DAIŞê parastiye bike.
Parlamenterê Ewropayê Jonas Siostet nîgeraniya xwe ya zêde diyar kir ku, Kurdên Rojavayê Kurdistanê di bin êrîşên hovane de ne, ne tenê ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve, belkî ji aliyê komên cîhadî yên tundrê jî ve.
Jonas Siostet herwesa ragihand: Dem dema agirbestê ye. Divê êrîşên li ser Kurdan bên rawestandin û hêz bên vekişandin û biçin ser maseya danûstandinan.
Parlamentera Ewropayê Cecilia Strada jî ji aliyê xwe ve tekez kir ku, Rojavayê Kurdistanê dîsa hatiye dorpêçkirin û divê dezgehên Ewropayê niha tevbigerin.