Amedspor ji ber vîdyoya "Kezî" bi zêdetirî 800 hezar lîreyî hat cezakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê bi hinceta "propagandaya îdeolojîk", cezayekî giran ê darayî li Yaneya Amedsporê birî û serokê yaneyê jî qedexe kir.

Lêjneya Cezayê ya Futbolê ya Profesyonel ya ser bi Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê, ji ber vîdyoya bi navê 'Kezî' ya ku di 22ê mehê de hatibû parvekirin, cezayekî giran li Amedsporê birî. Federasyonê ev parvekirin wekî 'propagandaya îdeolojîk' pênase kir û bi hinceta ku 'navûdengê saziyan xira dike', 802 hezar û 500 lîre cezayê darayî li klûbê sepand.

Her di çarçoveya vê biryarê de, Serokê Amedsporê Nahit Eren jî ji ber heman parvekirinê ber bi lêjneya cezayê ve hat şandin. Lêjneya navborî bi hinceta ku "daxuyaniyên wî navûdengê saziyan reş dikin", 15 roj cezayê bêbeşkirina ji mafên rêveberiyê (cezayê îdarî) li Nahid Eren birî.

Amedspor ku yaneya herî serkeftî ya bajarê Diyarbekirê ye, gelek caran ji ber helwestên xwe yên neteweyî û çandî bi cezayên bi vî rengî yên Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê re rûbirû dimîne.