Mesrûr Barzanî pêşwazî li rêkeftina HSD û Şamê kir: Rola Serok Barzanî cihê şanaziyê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê rêkeftina dawî ya li Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir, piştgiriya xwe bo vê rêkeftinê nîşan da û giringiya diyalogê bo çareserkirina pirsgirêkan tekez kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 30î Çileyê di daxuyaniya xwe de got: “Em hêvîdar in ev lihevkirin bibe destpêka dabînkirina mafên rewa yên hemû pêkhateyên Sûriyeyê û rê li ber vegera bi serbilindî û birûmet a awareyan bo ser mal û milkên wan xweş bike.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser hewildanên navxweyî û navdewletî yên ji bo aştiyê û got: “Piştgiriya gelê Kurdistanê li seranserî cîhanê û bi taybetî rola cenabê Serok Barzanî di bidawîanîna aloziyan de û girtina rêya diyalogê bo çareseriya bingehîn a kêşeyan, cihê şanaziyê ye.”

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya aliyên navdewletî kir ku di serxistina vê pêvajoyê de xwedî rol bûn. Mesrûr Barzanî wiha berdewam kir: “Em rêz û pêzanîna xwe bo rola Serok, Hikûmet, Nûner û Kongressa Amerîkayê û hemû welatên dost di bidawîanîna girjiyan û piştgirîkirina mafên rewa yên pêkhateyên Sûriyeyê û aramiya herêmê de nîşan didin.”

Ev daxuyaniya Serokwezîr Mesrûr Barzanî di demekê de tê ku îro bi fermî rêkeftina di navbera HSD û Şamê de ji bo rawestandina şer û yekkirina saziyan hatibû ragihandin.