Mezlûm Ebdî îro hûrgiliyên rêkeftina bi Şamê re aşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî amadekariya ragihandina hûrgiliyên rêkeftina ligel hikûmeta Sûriyeyê dike. Li gorî zanyariyan, roja Duşemê hêzên ewlehiyê yên Şamê dê derbasî Hesekê û Qamişlo bibin.

Jêderekî taybet ji Kurdistan24ê re ragihand, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, dê di demeke nêz de bi daxuyaniyekê hûrgiliyên rêkeftina giştgîr a navbera wan û hikûmeta Sûriyeyê ji raya giştî re eşkere bike.

Hêzên ewlehiyê roja Duşemê derbasî bajaran dibin

Li aliyê din, derbarê bicihkirina xalên rêkeftinê de peyamnêrê Kurdistan24ê li Hesekê diyar kir, di çarçoveya lihevkirina navbera HSD û Şamê de, biryar hat dayîn ku roja Duşema bê (2ê Sibatê), hêzên ewlehiyê yên ser bi hikûmeta Sûriyeyê ve derbasî navenda bajarên Hesekê û Qamişlo bibin.

Werçerxaneke nû li Sûriyeyê

Ev pêngav wekî beşek ji plana yekkirina saziyên ewlehî û îdarî tê dîtin ku îro Navenda Ragihandinê ya HSDê bi daxuyaniyekê hûrguliyên wê belav kiribûn. Li gorî rêkeftinê, dê HSD bibe beşek ji artêşa Sûriyeyê û saziyên Rêveberiya Xweser jî bi navendê ve werin girêdan.

Tê çaverêkirin ku daxuyaniya Mezlûm Ebdî ronahiyê bixe ser paşeroja hêzên leşkerî û mîsogeriya mafên Kurdan di qonaxa bê de.