Îlham Ehmed hûrgiliyên rêkeftina HSD û Şamê aşkere kirin: Pêvajoyeke nû li Sûriyeyê dest pê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, di konfêranseke rojnamevanî de hûrgiliyên rêkeftina bi hikûmeta Sûriyê re ragihand û diyar kir, qonaxeke nû ya siyasî û destûrî dest pê dike.
Îlham Ehmed îro 30î Çileyê bi rêya bernameya ZOOMê konferanseke rojnamevanî lidar xist de û tê de naverok, armanc û hûrgiliyên rêkeftina nû ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî de ji raya giştî re ragihand.
Agirbesta giştî û sîstema leşkerî
Îlham Ehmed diyar kir, xala yekem a rêkeftinê "agirbesteke giştî û hemelayen" e. Li gorî peymanê:
- Hemû hêzên leşkerî ji xetên temasê vedikişin baregehên xwe yên sereke.
- Li Hesekê û Kobanê sê lîwayên leşkerî tên avakirin.
- Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) li ser karê xwe dimînin, lê ji bo hevahengiyê, hêzên ser bi Wezareta Navxwe ya Sûriyê ve dê bo demeke diyarkirî derbasî Hesekê û Qamişloyê bibin.
- Ehmed tekez kir ku hemû leşker û berpirsên van hêzan dê ji "xelkê herêmê" bin.
Saziyên Rêveberiyê û Perwerde
Di warê îdarî de, Îlham Ehmed destnîşan kir ku saziyên Rêveberiya Xweser dê di nav saziyên dewleta Sûriyê de cih bigirin, lê bi şertê ku karmend û berpirsên heyî li ser karên xwe bimînin.
Derbarê perwerdeyê de jî got: "Bawernameyên amadeyî û zanîngehan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine girtin, dê bi awayekî fermî werin naskirin û di demeke nêz de derbarê vê yekê de fermaneke (mersûm) fermî derkeve." Ehmed anî ziman ku nîqaş li ser mînahacên xwendinê hîn berdewam dikin.
Vegera koçberan û rewşa Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî
Yek ji xalên herî balker di daxuyaniya Ehmed de, mijara vegera koçberan bû. Ehmed ragihand ku li gorî rêkeftinê, şêniyên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî dê vegerin ser mal û milkên xwe.
Ehmed eşkere kir, wê duh bi berpirsên Tirk re hevdîtin kiriye û got: "Berpirsên Tirk ji me re ragihandin ku hêzên wan ji herêmên Efrîn û Serê Kaniyê vekişiyane û ew li wir namînin. Em ê bixebitin ku koçberan vegerînin û xelkê herêmê bixwe saziyên xwe bi rêve bibin."
Têkiliyên navdewletî û rola Amerîkayê
Ehmed bal kişand ser rola hêzên navdewletî û diyar kir ku Fransa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) piştgirî didin vê rêkeftinê. Ehmed her wiha got: Rola DYAyê ya di vê qonaxê de "ne di asta bendewariyan de bû" û rexne li hin helwestên Washingtonê girt.
Lê belê, bal kişand ser hewildanên Senator Lindsey Graham û Kongressa Amerîkayê yên ji bo "Yasaya Parastina Kurdan" û got ev yek ji bo misogerkirina mafên Kurdan di destûra nû de girîng e.
Dergehê Sînorî Sêmalka
Îlham Ehmed da zanîn, Dergehê Sêmalka dê wekî xwe vekirî bimîne û karmendên wê dê di çarçoveyeke fermî de karê xwe bidomînin.
Kobanê û nûnertiya li Şamê
Li gorî agahiyên Ehmed, Kobanê dê di warê îdarî de bibe ser bi parêzgeha Helebê ve û lîwayeke taybet a Kobanê di nav lîwayên Helebê de were avakirin. Ehmed di dawiyê de destnîşan kir ku şandeya Kurdî ya ku ji "Konferansa Yekrêziya Kurdî" derketiye, dê di demeke nêz de serdana Şamê bike, da ku mafên Kurdan di destûra nû ya Sûriyê de nîqaş bikin.
Îlham Ehmed got: "Ev rêkeftin derbasbûna ji qonaxa parastinê ber bi qonaxa misogerkirina mafan bi awayekî yasayî û destûrî ye."