DAIŞê berpirsiyariya xwe ji êrîşa li ser Balafirxaneya Niyamiyê ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêkxistina Terorsîtî ya Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) berpirsiyariya xwe li ser êrîşa xwînî ya li ser Balafirxaneya Niyamiyê li paytexta Nîjerê ragihand.

Koma hewalgiriya ‘SITE’ê, ku çavdêriya çalakiyên tundrê dike, daxuyaniyeka DAIŞê belav kir, tê de hatiye ku ew êrîş ji hêla çekdarên wê ve hatiye kirin. Li gorî ragihandina encûmena leşkerî, di encama wê êrîşê de çar leşker birîndar bûne û hêzên ewlehiyê jî 20 êrîşkerên DAIŞê kuştine û çend kesên din jî girtine. Hatiye eşkerekirin jî ku, yek ji wan kuştiyan xelkê Fransayê bûye.

Balafirxaneya Niyamiyê ne tenê navendeka veguhastinê ye, belkî cihekê pir hestyar e û kêmtir ji 10 kîlometreyan ji Koçka Serokatiyê dûr e. Li wê derê Bingeha Hêza Asmanî, dronên modern û bingeha hêzên hevpar ên Nîjer, Burkina Faso û Maliyê hene. Herwesa hejmareka zêde ya uranyuma hilberandî ya Nîjerê jî li wê derê hatiye komkirin, ku di navbera hikûmetê û şîrketa Uranoyê ya Fransayî de bûye sedema aloziyan.

Serokê Encûmena Leşkerî General Ebdirehman Tiyanî jî di gotarekê de pîrozbahî li hêzên ewlehiyê û hevparên wan ên Rûsyayî kir, ji bo bersivdayîna wê êrîşê. Tiyanî bi tundî êrîşî serokên Fransa, Benin û Kotdîvwarê kir û ew wekî "sponsorên bikirêgirtiyan" binav kirin û gefên tolhildanê lê kirin.

Ji piştî darbeya leşkerî ya Tîrmeha 2023ê ve, têkiliyên di navbera Nîjer û Fransayê de gihîştine rewşeka bêçar e. Rayedarên nû yên Nîjerê Fransa û Beninê bi bizavên têkdana tenahiya welatê xwe tawanbar dikin. Herwesa Nîjerê berê xwe daye hevpeymanên nû û têkiliyên xwe bi Rûsyayê re xurttir kirine.