Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Amerîkayê alîkariyê bo Rojavayê Kurdisanê kom dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Nashville yê Amerîkayê, kampanyayeke berfireh ji bo komkirina alîkariyan bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bi serperştiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) dest pê kir.

Kurdistaniyên niştecîhên bajarê Nashville bi yek dilî bo hawara birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê rabûn ser pêyan. Ev kampanya bi hevkariya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Encûmena Kurdên Nashville û Konfîderasyona Rewenda Kurdistanî tê birêvebirin.

Nûnera Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Amerîkayê, Xunav Emîn, ji Kurdistan24ê re ragihand, wan sê mekanîzmayên cuda bo komkirina alîkariyan amade kirine:

- Alîkariya Online: Xelk dikarin bi rêya malperê pereyan bişînin.

- Alîkariya Rasterast: Welatî dikarin serdana navenda kampanyayê bikin û alîkariyên xwe yên maddî û xurek pêşkêş bikin.

- Projeya "Buy Me a Coffee": Projeyeke berdewam e ku mirov dikarin mehane tenê 5 dolaran bibexşînin da ku şîr û cilûberg bo zarokên Rojava bên kirîn.

"Em dengê kesên bêdeng in"

Serokê Encûmena Kurdên Nashville Tebîr Sindî giringiya vê çalakiyê wekî "yekîtiya neteweyî" pênase kir û got: “Em dengê Rojava ne û dengê yekîtiya Kurdistanê ne. Erka me ye ku em vê êşê bi biyaniyan bidin naskirin û alîkariyê kom bikin.”

Cîgira Serokê Navenda Revenda Kurdistanî li Nashville Îpek Xalid jî diyar kir, wan ligel bazirgan û xêrxwazên bajêr peywendî danîne da ku piştgiriya herî mezin bidin birayên xwe yên li Rojava.

"Em deyndarê wan in"

Tevî ku li Nashville berf dibare û hewa gelekî sar e, lê xwebexş û Kurdistaniyên bajêr bi germî beşdarî kampanyayê dibin. Hêlîn Remezan a xwebexş wiha got: “Em li vir li malên xwe yên germ in, lê birayên me li Rojava bê elektrîk û bê av in. Her dolarek ku li vir bê dayîn, bo wan jiyanek e.”

Kamil Çelkî, yek ji Kurdên Nashville yê ku beşdarî kampanyayê bûye, tekez kir ku ev erkeke niştimanî ye li ser milê her Kurdekî û got: “Eger em îro nebin alîkar, em ê kengî bibin?”

Kurdistaniyên Nashville nîşan dan ku dûrahiya bi hezaran kîlometre nabe asteng ku dilê wan bo Rojava lê nede. Tê çaverêkirin ku alîkariyên hatine komkirin di demeke nêz de bi rêya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bigihêjin Rojavayê Kurdistanê.