Kongressmenekî Amerîkî: Rewşa Kurdan li Rojavayê Kurdistanê cihê nîgeraniyê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Encûmena Nûneran a Amerîkayê Don Beyer ji Kurdistan24ê re ragihand, Kurd hevalbendên herî giring ên Washingtonê ne û divê li Iraqê bi awayekî dadperwerane mafên wan bên parastin.
Kongressmenê Amerîkî Don Beyer, behsa peywendiyên stratejîk ên navbera Kurd û Amerîkayê kir û bal kişand ser rola Pêşmerge û şervanên Kurd di aramiya herêmê de. Beyer diyar kir, Kurd di têkbirina rêxistina terorîst a DAIŞê de roleke bi bandor û mîjûyî lîstine.
Beyer destnîşan kir, di navbera her du aliyan de "hevkariyeke bêhempa" heye û wiha got: “Di nava hemû wan zext û kêşeyên li Iraqê de, daxwaza me ya herî mezin ew e ku em pê bawer bin ku bi Kurdan re bi awayekî dadperwerane muamele tê kirin û mafên wan tên dayîn.”
Derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de, Kongressmenê Amerîkî nîgeraniya xwe ya kûr anî ziman û got: “Ez gelekî nîgeran im ji ber wan geşedanên ku niha li bakur-rojhilatê Sûriyê diqewimin û metirsiyên ku li ser Kurdan hene.”
Don Beyer di beşeke din a axaftina xwe de bal kişand ser guhertinên siyasî yên li Sûriyê û ketina rejîma Beis û got: “Neman û ketina Beşar Esed pêngaveke baş e, lê di qonaxa bê de em dixwazin mîsoger bikin ku hemû xelkê li Sûriyê mane bi awayekî baş serederî ligel wan bê kirin û rêz li rûmeta wan bê girtin.”