YE: Sûriye hîn ji bo vegera penaberan ne ewle ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Komîserê Koç û Karûbarên Navxwe yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Magnus Brunner diyar kir, rewşa niha ya Sûriyeyê rê nade ku koçber bi awayekî girseyî vegerin ser mal û milkên xwe.
Komîserê YE Magnus Brunner îro 31ê Çileyê derbarê mijara penaberên Sûrî de daxuyaniyek da û ragihand, tevî guhertinên li wî welatî, hîn mercên vegera ewle pêknenehatine.
Brunner destnîşan kir ku li gorî yasayên Yekîtiya Ewropayê, Sûriye hîn wekî "welatekî ewle" nayê dîtin, nexasim ji bo pêkhateyên etnîkî û neteweyî yên cuda. Komîserê YE got: “Em piştgiriya her hewldanekê dikin ku rewşê baştir bike, lê em hîn negehiştine wê baweriyê ku vegerandina welatiyan bo Sûriyeyê karekî guncav û silamet be.”
Magnus Brunner aşkere kir, Yekîtiya Ewropayê niha giranî dide ser du komên taybet, ku ew jî ji kesên tawanbar ên bi biryara dersînorkirinê re rûbirû ne û ew penaberên ku bi daxwaza xwe û ji bo karên xwebexşî yan mirovî dixwazin vegerin Sûriyeyê pêk tên.
Brunner diyar kir, ew kesên dixwazin bi dilê xwe vegerin, tên agahdarkirin ku welat ber bi aramiyê ve diçe û ji bo vegera wan asankarî tên kirin, lê ev nayê wê wateyê ku pêvajoya vegera giştî dest pê kiriye.
Ev daxuyaniya Komîserê YE di demekê de tê ku beriya niha Ajansa Sînorî ya Yekîtiya Ewropayê (Frontex) ragihandibû, ew amade ne piştgiriya vegera bi hezaran penaberên Sûrî yên ku bi dilê xwe vedigerin welatê xwe bikin.