Trump spasiya Serok Barzanî dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê spasî û rêzên Serokê Amerîkayê û Hikûmeta Amerîkayê pêşkêşî Serok Barzanî kirin, ji bo wê hemî piştevanî û piştgiriya ku wî daye peymana dawiyê ya di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de.
Baregayê Barzanî belav kir, Serok Mesûd Barzanî îro (Yekşem, 1ê Sibata 2026ê) li Pîrmamê pêşwaziya Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê Jashwa Harrison û Konsula Giştî ya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Windy Green kir.
Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê di wê hevdîtinê de spasî û rêzên Serokê Amerîkayê û Hikûmeta Amerîkayê pêşkêşî Serok Barzanî kirin, ji bo wê hemî piştevanî û piştgiriya ku wî daye peymana dawiyê ya di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de.
Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê di derheqa pêvajoya siyasî ya Iraqê de jî careka din piştevanî û piştgirî û helwesta Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê ya bihêz di çarçoveya Iraqê de tekez kir.
Serok Barzanî bixêrhatina wê şandeyê kir û spasiya rol û helwesta Amerîkayê kir, ji ber piştgiriya wê ji bo gelê Kurdistanê. Herwesa got ku, heke helwest û piştgiriya Amerîkayê neba, me li sala 1991ê nedikarî destkeftiyên Herêma Kurdistanê biparêzin.
Li ser pêvajoya siyasî ya Iraqê, her du aliyan bi hûrî nêrînên xwe li hev guhertin û tekez li ser girîngiya pabendbûna bi destûrê kir û hevnerîn bûn ku Iraqî bi xwe li ser bingeha hevparî, hevsengî û hevdengiyê biryarê li ser rewşa welatê xwe bidin.
Di vê çarçoveyê de, her du aliyan pêşwaziya danûstandin û şêwirmendiyên vê dawiyê yên Bexdayê kir, ji bo peydakirina rêkar û senaryoyên siyasî yên ku berjewendiyên Iraqiyan li ber çavan werdigirin û hevkariya Amerîka û Iraqê di hemî aliyan de xurt dikin.