Konfedrasyona Revenda Kurdistanî: Peyama ‘Birayetiya Kurdan’ gihîşt navendên biryardanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Konfedrasyona Revenda Kurdistanî di daxuyaniyekê de pesnê helwesta neteweyî û yekgirtî ya bi hezaran Kurdên diasyaporayê kir ku li bajarê Bonnê yê Almanyayê ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê li hev civiyabûn.

Konfedrasyonê diyar kir, ev kombûna girseyî ya ku bi dirûşma "Birayetiya Kurdan" hat lidarxistin, peyameke "polayîn" ji bo civaka navdewletî şand ku gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û li seranserê cîhanê, li hemberî dozên xwe yên rewa yekdeng û yekgirtî ye.

Di daxuyaniyê de Konfedrasyona Revenda Kurdistanî spasiya hikûmeta federal a Almanyayê, parêzgar û polîsên bajarê Bonnê û gelê dost ê Almanyayê kir, ji bo wan hêsankarî û alîkariyên ku pêşkêş kirine da ku ev çalakiya sivîl bi serkeftî bi rêve biçe.

Her wiha, Konfedrasyonê bi şêwazekî şaristanî lêborîn ji welatiyên bajarê Bonnê xwest ji bo wê qerebalix û pirsgirêka trafîkê ya ku ji ber kombûnê çêbibû; di heman demê de spasiya aramî û têgihîştina wan kir ku bûn alîkar da ku dengê stemkariya ku Kurdan hatiye kirin, bigihîje navendên biryardanê.

Konfedrasyonê tekezî li ser pabendbûna xwe bi rênimayî û dîtina neteweyî ya Serok Barzanî kir, ji bo berdewamîdana bi xebata sivîl û dîplomatîk li Ewropa û cîhanê.

Di daxuyaniyê de hat gotin jî: "Wekî ku Serok Barzanî gotiye, sînorên çêkirî û cudahiya bîrûbaweriyên siyasî, nikarin peywendiyên dîrokî yên Kurdan lawaz bikin. Ev milet neteweyek e û xwedî paşerojeke hevbeş e; lewma pêwîst e ev yekdengî di navendên biryardanê de bibe zextên siyasî yên bi bandor."

Revenda Kurdistanî dubare kir ku peyama wan her dem peyama aştî, mirovdostî û pêkvejiyanê ye. Hat destnîşankirin ku kêşeya gelê Kurd tenê bi rejîmên stemkar re ye, ne bi neteweyên din re; ji ber wê jî bi ti awayî rê nayê dayîn ku kîn û nefret li dijî neteweyên din bê afirandin. Konfîdrasyonê soz da ku di çarçoveya yasayên welatên ku lê dijîn de, bi şêwazekî şaristanî parastina mafên gelê Kurdistanê û rûmeta ala Kurdî bikin.

Kombûna 31ê Çileya 2026an a li bajarê Bonnê, ku tê de zêdetir ji 15 hezar hezar Kurd beşdar bûn, wekî mezintirîn tevgera cemawerî ya diasyaporayê di salên dawî de tê hejmartin.

Ev çalakî piştî zincîreyek guhertinên siyasî û leşkerî li Sûriyeyê pêk hat ku tê de Kurdên Ewropayê hewl dan bala welatên Yekîtiya Ewropayê bikişînin ser parastina qewara Rojavayê Kurdistanê. Konfîdrasyona Revenda Kurdistanî bi van çalakiyan dixwaze wêneyekî rêxistinkirî û demokratîk ê Kurdan nîşanî cîhanê bide û dîplomasiya gel wekî temamkerê dîplomasiya fermî ya Herêma Kurdistanê bikar bîne.