Serok Barzanî û Musenna Samerayî pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 2ê Sibatê, pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Azim, Musenna Samerayî kir.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û herêmê bi giştî hat gotûbêjkirin. Her du aliyan li ser geşedanên dawî yên li navçeyê û bandora wan li ser aramiya Iraqê danûstandina bîr û ramanên kirin.

Herwiha Serok Barzanî û Musenna Samerayî bahsa dawî pêngavên avakirina hikûmeta nû ya Iraqê kirin.