Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Iraqê kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî bi Balyozê Brîtanyayê li Iraqê re tekez kir ku, posta Serokkomarê Iraqê para Kurdan e û divê mekanîzmeka guncayî ji bo hilbijartin û destnîşankirina berbijarê wê postê bê amadekirin.

Baregayê Barzanî belav kiriye ku, Serok Mesûd Barzanî îro (Duşem, 2ê Sibata 2026ê) li Pîrmamê pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Iraqê Îrfan Sadiq kir.

Di wê civînê de, ku Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Hewlêrê Andrew Beasley jî tê de amade bûbû, guhertinên dawiyê yên siyasî li Iraqê, bizavên avakirina hikûmeta nû û mijara destnîşankirina Serokkomarê Iraqê hatin nîqaşkirin.

Serok Barzanî amaje jî da ku, posta Serokkomarê Iraqê para Kurdan e û divê mekanîzmeka guncayî ji bo hilbijartin û destnîşankirina berbijarê Serokkomar bê amadekirin û bibe bingeheka binecih ji bo ku pêvajoya siyasî li Iraqê piştî her hilbijartinekê tûşî pirsgirêkan nebe.

Serok Barzanî di derheqa posta Serokwezîrê Iraqê de jî got: Ev post para Şîeyan e, divê ew bi xwe biryarê li ser vê mijarê bidin.

Rewşa Sûriyeyê, peymana vê dawiyê ya di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê û aloziyên deverê bi rengekê giştî jî hin mijarên din ên wê hevdîtinê bûn.