Li Qamişloyê qedexeya çûnûhatinê hat ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya rêkeftina navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê de, îro qonaxa Qamişloyê dest pê dike. Hevdem li gel qedexeya hatûçûnê, yekeyên ewlehiyê derbasî bajêr dibin û Firokxaneya Qamişlo tê radestkirin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Qamişlo da zanîn, îro li bajarê Qamişlo qedexeya giştî ji saet 06:00ê sibehê heta saet 18:00ê êvarê hatiye ragihandin.

Li gorî agahiyên peyamnêrê K24ê, di çarçoveya cîbicîkirina "Rêkeftina Giştî" ya navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de, yekeyên Wezareta Navxweyî ya Sûriyeyê derbasî bajarê Qamişloyê dibin.

Amaje bi wê jî kir, di çarçoveya vê rêkeftinê de, Firokxaneya Qamişlo jî bi fermî tê radestkirin û dê di bin kontrola desthilata firokewaniya sivîl a Sûriyeyê de be.

Ev pêngav piştî wê yekê tê ku duh, 2ê Sibatê, hêzên navxweyî yên hikûmetê bi heman şêweyî derbasî bajarên Kobanê û Hesekê biûbûn, da ku saziyên îdarî û ewlehî werin yekkirin.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî, roja 30ê Çileya 2026an hûrgiliyên vê rêkeftinê eşkere kiribûn. Ebdî tekez kiribû ku herçend ev rêkeftin ne di asta hemû daxwazên wan de be jî, lê di vê qonaxê de ji bo parastina destkeftiyan, parastina milet û rêgirtina li komkujiyan vebijarka herî guncav û baş e.

Xalên herî giring ên rêkeftinê:

- Mijara Leşkerî: HSD dibe beşek ji Wezareta Bergiriyê ya Sûriyeyê, lê wekî lîva û yekeyên leşkerî li herêmên xwe dimînin.

- Mijara Ewlehiyê: Hêzên Asayîşê dibin beşek ji Wezareta Navxweyî ya Sûriyeyê û erkê parastina hundirê bajaran digirin ser xwe. Artêşa Sûriyeyê nakeve hundirê bajar û gundên Kurdî.

- Ziman û Îdare: Perwerdeya bi zimanê Kurdî di dibistan û zanîngehan de bi fermî tê qebûlkirin. Karmendên Rêveberiya Xweser dibin karmendên dewletê û rêveberiya herêmê di destê xelkê herêmê de dimîne.

- Rewşa Kobanê: Dorpêça li ser Kobanê tê rakirin û hêzên leşkerî ji hundirê bajêr ber bi derdora bajêr ve vedikişin.

- Garantorên Navdewletî: Amerîka û Fransa ji hûrgiliyên rêkeftinê agahdar in û wekî garantorên siyasî dimînin.