Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Peywendiyên Kurdistan û Îmaratê dostane û taybet in
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 3ê Sibatê li perawîza Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan, ligel Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Navxwe yê Îmaratê Şêx Seyf bin Zayid Al Nehyan civiya.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de her du alî li ser xurtkirina peywendiyên dostane û taybet ên navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê di hemû waran de hevra bûn. Her du serkirdeyan tekezî li ser giringiya hevkariyên dualî kirin, bi şêweyekî ku xizmeta berjewendiyên her du gelan bike.
Mijareke din a giring a civînê, guhertin û geşedanên dawî yên rewşa giştî ya Iraqê û navçeyê bû. Mesrûr Barzanî û Şêx Seyf bin Zayid li ser bandora van guhertinan li ser asayîş û aramiya herêmî danûstandina bîr û ramanên kirin.