Ehmed Şera pêşwaziya şandeyeka ENKSê kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Di çarçoveya civîna di navbera Ehmed Şera û şandeyeka ENKSê de, tekez li ser mafên destûrî yên Kurdan hat kirin. Herwesa biryarnameya serokatiyê ya Sûriyeyê jî wekî pêngaveka girîng û stratejîk hat wesifandin.

Serokatiya Sûriyeyê îro (Sêşem, 3ê Sibata 2026ê) di ragihandinekê de amaje da ku, Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera li Koçka Şeibê pêşwazî li şandeyeka Encûmena Niştîmanî ya Kurd (ENKS) kir.

Li gorî wê ragihandinê, Ehmed Şera di çarçoveya wê civînê de tekez li ser pabendbûna bi tevahî ya dewletê ji bo misogerkirin û parastina mafên welatiyên Kurd, wekî pêkhateyeka sereke ya welat kir, bi rengekî ku bi made û bendên destûra welat re bigunce.

Şandeya Encûmena Niştîmanî ya Kurd (ENKS) jî ji aliyê xwe ve dilxweşiya xwe ji bo derxistina biryarnameya Serokatiya Sûriyeyê ya Hejmar 13 diyar kir û bi germî pêşwaziya wê kir.

Di wê ragihandinê de hatiye ku, wê şandeyê derxistina wê biryarnameyê wekî pêngaveka stratejîk û girîng binav kir, ji bo çespandina mafan û parastina taybetmendiyên çandî û civakî yên pêkhateya Kurdan li Sûriyeyê.

Ev civîn di çarçoveya bizavên xurtkirina yekrêziya neteweyî û girîngîdana bi mafên hemî pêkhateyên gelê Sûriyeyê de ye.