Bahçeli daxwaza azadkirina Ocalan dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Partiya Tevgera Neteweyî ya Tirkiyeyê (MHP) Devlet Bahçeli di helwesteka nû de daxwaza azadkirina Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan kir.
Devlet Bahçeli tekez jî kir ku, dema wê yekê hatiye ku rêkarên qanûnî ji bo mafê hêviyê bên bicîhanîn da ku Ocalan bikare ji zindanê azad bibe.
Ev daxwaza serokê MHPê wekî guhertineka girîng di siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê de tê dîtin, ji ber ku ew pêştir yek ji dijberên herî serhişk ên her nermbûneka li hember Îmraliyê bû, lê niha ew azadkirina Ocalan wekî pêngavekê ji bo bidawîkirina hevrikiyan û vekirina asoyeka nû ji bo aştiyê dibîne.
Endamê Konseya Birêvebiriya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Mustafa Karasu jî pêştir di daxuyaniyeka rojnamevanî de ragihand: Ji bo qonaxa duyê, divê Ocalan bê şert bê azadkirin.
Navbirî eşkere jî kir: Piştî banga Abdullah Ocalan, PKKê ji bo pêvajoya aştiyê gelek pêngavên girîng avêtine, biryara hilweşandina xwe daye û şerê çekdariyê rawestandiye, herwesa hêzên xwe ji Bakurê Kurdistanê û deverên xeter ji bo çêbûna aloziyan vekişandine.
Karasu tekez jî kir: Niha dem hatiye ku Tirkiye derfetên qanûnî û siyasî ji bo pêngavên PKKê peyda bike. Herwesa got: Heke qanûnên pêdivî ji bo endam û kadroyên PKKê neyên derxistin û derfetên demokrasiyê neyên afirandin, ew pêvajo dê raweste û dê derbaz nebe qonaxa duyê.
Pêvajoya aştiyê ya nû li Tirkiyeyê pêşkeftineka baş tomar kiriye, xasma jî piştî banga dîrokî ya Rêberê PKKê yê girtî Abdullah Ocalan ji bo danana çekan li roja 27ê Sibatê. Li beranberî wê yekê jî, PKKê agirbest ragihand û di dû re di Tîrmeha 2025ê de bi merasîmeka sembolîk dest bi danana çekan kir.
Hikûmeta Tirkiyeyê jî çend pêngav avêtine, wekî avakirina komîteyekê li parlamentoyê li roja 5ê Tebaxa 2025ê bi navê "Komîteya Yekrêziya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" ji bo danana çarçoveya qanûnî ya wê pêvajoyê.
Hikûmeta navbirî herwesa li ser amadekirina qanûnekê bi navê "Qanûna Derfetê" dixebite da ku vegera endamên PKKê yên ku tundûtûjî nekirine rêk bixe û rewşa girtiyên siyasî çareser bike.
Tevî van pêngavan, qebxwaziyên mezin hîn jî mane û KCKê haydarî daye ku ew pêvajo bi rengekê yekalî nayê meşandin. Çarenivîsa Ocalan û daxwaza azadkirina wî yek ji mijarên sereke yên nîqaşan e.