Şandeyên Iraq û Herêma Kurdistanê li Cinêvê bo danûstandinên CEDAWê civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) - Şandên Iraq û Herêma Kurdistanê îro (Sêşem, 3ê Sibata 2026ê) li bingeha Nûnerîtiya Herdemî ya Iraqê li bajarê Cinêvê civîneka berfireh li dar xist.

Ev civîn bi çavdêriya Nûnerê Herdemî yê Iraqê li Neteweyên Yekgirtî Dr. Seywan Barzanî, bi merema parvekirina erkan û amadekariyan ji bo civîna 92ê ya Peymana Nehêlana Hemî Rengên Cudakariyan li dijî Jinan (CEDAW), hat lidarxistin, ku biryar e sibe li bingeha Neteweyên Yekgirtî bê lidarxistin.

Di çarçoveya wê hevdîtinê de, behsa wan raspardeyan hat kirin ên ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal ve di warên parastina jinan ji tundûtûjiyê û bidestxistina wekheviyê de hatine bicihanîn.

Herwesa behsa bizavên Herêma Kurdistanê ji bo bicîhanîna raspardeyên mafên mirovan bi giştî û wan qanûn û rênimayan hat kirin ên ku di salên borî de di warên danana qanûnan û dadweriyê de hatine pêşxistin, ku wekî temamkerên rola Iraqê di bicîhanîna erkên navneteweyî de tên dîtin.

Şandeya Herêma Kurdistanê herwesa bal kişand ser wan taybetmendiyên qanûnî yên ku, li Kurdistanê ji bo nehêlana cudakariya li dijî jinan tên kirin.

Şandeya navbirî herwesa girîngiya hevahengiya di navbera Nivîsîngeha Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navneteweyî û Komîteya Neteweyî ya Bexdayê de tekez kir, da ku raport bi hûrî wan pêşketinan nîşan bidin ên ku di warê mafên jinan û misogerkirina tevlîbûna wan a çalak di hemî sektoran de hatine bidestxistin.

Peymana CEDAWê peymana navneteweyî ya herî girîng e ji bo parastina mafên jinan, ku ji sala 1979ê ve ji hêla Neteweyên Yekgirtî ve hatiye pejirandin. Iraq û Herêma Kurdistanê di çarçoveya vê peymanê de pabendî reformên berdewam di qanûnan û binbirkirina cudakariyên zayendî ne.

Herêma Kurdistanê di vî warî de xwedî çend qanûnên pêşkeftî ye, wekî Qanûna Hejmar 8 a sala 2011ê ji bo têkoşîna li dijî tundûtûjiya malbatî. Herwesa tevlîbûna Herêma Kurdistanê di van şandeyên navneteweyî de nîşana girîngîdana hikûmetê bi bilindkirina pêgeha jinan li asta cîhanê ye.