Amerîkayê droneka Îranê li Deryaya Erebî êxist
Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku, balafireka şer a pêşketî ya Amerîkayê droneka Îranî li Deryaya Erebî êxist.
Li gorî wê daxuyaniyê, ew drona Îranî nêzîkî keştiya balafirhilgir a Abraham Lincolnê bûye, ev yek jî bûye sedem ku Hêza Asmanî ya Amerîkayê tavilê bertekê nîşan bide û wê gefê ji holê rakin.
Berdevkê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê Tim Hawkins di daxuyaniyekê de eşkere jî kir ku, balafira şer a F-35C ku li ser keştiya Abraham Lincolnê hatibû danan erkê êxistina wê dronê bi cih aniye.
Hawkins tekez jî kir ku, ev tevger pareka berevanîkirina ji xwe û ji bo parastina wê keştiya balafirhilgir û hemî wan karmendan bû yên ku di nav wê keştiyê de bi erkên xwe radibûn, ji ber ku nêzîkbûna wê dronê wekî gefeka rasterast hatiye hesibandin.
Ev bûyer di demekê de ye ku, devera Deryaya Erebî û avên navneteweyî yên li derdora Îranê di qonaxeka pirî aloziyên ewlehiyê re derbaz dibin, bikaranîna balafirên şer ên pêşketî yên Şebeng ji bo êxistina dronan nîşana dijwarbûna hevrikiyên teknolojîk û leşkerî yên di navbera Waşinton û Tehranê de ye.
Ev pevçûn metirsiya berfirehbûna şerê deryayî zêde dikin, di demekê de ku her du welat li ser gelek mijarên siyasî û ewlehiyê di hevrikiyeka dijwar de ne.