Jiyan Omer: Herêma Kurdistanê bo her Kurdekî bûye henase
Navenda Nûçeyan (K24) - Endamê Parlementoya Berlînê Jiyan Omer ragihand ku, divê hemî partîyên siyasî ji bo parastina wan deverên Rojavayê Kurdistanê yên ku piraniya xelkê wan Kurd in bixebitin.
Endamê Parlementoya Berlînê Jiyan Omer îro (Sêşem, 3ê Sibata 2026) tevlî bernameya Basî Rojê ya Kurdistan24ê, ku ji hêla Jîno Mihemed ve tê pêşkêşkirin, bû û ragihand: Dema ku ez alaya Kurdistanê bilindkirî dibînim, ez kêfxweş dibim, lewma ez bi alaya Kurdistanê çûm kanala Cezîreyê, da ku em morala Kurdên Rojavayê Kurdistanê bilind bikin.
Endamê Parlementoya Berlînê eşkere jî kir: Her çend ku pêştir wan destûr neda ku ez alaya Kurdistanê bilind bikim jî, lê min got ku heke qebûl nekin, ez jî dê tevlî wê bernameyê nebim ji ber ku me bi hezaran şehîd ji bo bilindkirina wê alayê dane.
Jiyan Omer herwesa got: Ew deverên ku piraniya xelkê wan Kurd in, divê hemî partîyên siyasî ji bo parastina wan deveran bixebitin ji ber ku ew hikûmeta ku niha li Sûrîyeyê heye ne ya bawerê ye.
Navbirî amaje jî da: Serok Barzanî roleka berçav di parastin û çêkirina piştgirîyê ji bo Rojavayê Kurdistanê de lîst. Herêma Kurdistanê ji bo her Kurdekî bûye henase, ji ber ku heke ev herêm neba, niha rewş dê pir giran û dijwar ba. Herwesa medyaya Kurdî jî ji bo gihandina dengê Kurdan gelek baş bû.
Wî parlementerî ron jî kir: Hikûmeta Şamê dixwest ku di navbera Kurdan de parçebûn çê kiriba, ji ber vê yekê divê Kurd hişyartir bin. Herwesa tiştê ku Kurd rizgar kirin biratiya Kurdan bû, ne biratiya gelan. Ji ber hevgirtina Kurdan, Kurd dê zêdetir parast bin.
Endamê Parlementoya Berlînê herwesa ragihand: Doza Kurdan niha bûye dozeka navneteweyî. Herwesa divê zêdetir girîngî bi lobiya Kurdî bê dayîn. Xala herî girîng ew e ku gelê Kurd li ser axa xwe maye û bernedaye.
Jiyan Omer tekez jî kir: Tiştê ku me bi leşkerî û bergiriyê parastiye, divê niha em ji hêla siyasî ve biparêzin, ji ber ku Kurdan gelek dost hene. Ew têkiliyên dîplomatîk ên ku Herêma Kurdistanê ji bo Rojavayê Kurdistanê çê kirine, divê Rojavayê Kurdistanê feydeyî jê werbigire.
Navbirî di derheqa dana postan bi Kurdan li Sûriyeyê de jî tekez kir: Post ne girîng in, belkî parastina ziman û çanda Kurdan girîng e. Divê wekî neteweyek serederî bi Kurdan re bê kirin, divê Kurd bi xwe birêvebiriyên Rojavayê Kurdistanê bi rê ve bibin.
Herwesa got: Çek sedema man û parastina Kurdan e. Kurdan vê carê awayê xwenîşandanên xwe guhert, ev jî bû sedem ku li nav welatên Ewropayê zêdetir deng vede. Siyaseta navneteweyî siyaseteka pîs e, li ser bingeha berjewendiyan e, lewma divê Kurd berjewendiyê xwe navneteweyî bikin.
Li dawiyê jî ragihand: Me karî dengê Kurdên Rojavayê Kurdistanê bigihînin parlamentoyên welatên Ewropayê. Hefteya borî, me li Parlamentoya Berlînê daxwaza piştgiriyê kir û ew razî bûn ku, alîkariya Rojavayê Kurdistanê bikin.