Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Serokê Îmaratê re civiya
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Îmaratên Erebî yên Yekgirtî pêdivîtiya zêdetir pêşxistina têkiliyan di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de di warên cuda cuda de tekez kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 3ê Sibata 2026ê) danê êvarê li bajarê Ebûzebiyê bi Serokê Îmaratên Erebî yên Yekgirtî Şêx Mihemed Bin Zayîd Al Nehiyan re civiya.
Her du aliyan tekez li ser pêdivîtiya pêşxistina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratên Erebî yên Yekgirtî de di warên cuda cuda de kir.
Tewerekê din ê nîqaşan girêdayî vekolana rewşa giştî ya Iraqê û guhertinên dawiyê yên Sûriye û deverê bû.
لە شاری ئەبوزەبی، لەگەڵ برای بەڕێزم شێخ محەمەد بن زاید ئال نەهیان سەرۆکی میرنشینی عەرەبیی یەکگرتوو جەختمان لە پێویستیی پەرەپێدانی زیاتری پەیوەندییەکانی هەرێمی کوردستان و ئیمارات کردەوە. دۆخی گشتیی عێراق و دوایین پەرەسەندنەکانی سووریا و ناوچەکەمان تاوتوێ کرد.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) February 3, 2026