Lûtkeya Dubayê: Xerciyên hikûmetên xwecihî bo ‘AI’ digihîje 78 milyar dolar
Navenda Nûçeyan (K24) – Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan raporeke nû derbarê bikaranîna Zîrekiya Destkird (AI) di saziyên hikûmî yên xwecihî de belav kir. Li gorî raporê, tê çaverêkirin ku heta sala 2033an xerciyên vê sektorê li ser asta cîhanê bigihîjin 78 milyar dolaran.
Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan bi hevkariya kompanyaya "Arthur D. Little" raporek bi sernavê bikaranîna teknolojiyê di rêveberiyên herêmî de amade kir. Di raporê de hat diyarkirin ku Zîrekiya Destkird (AI) dê bibe hêza sereke ya pêşxistina bajaran, lê hat destnîşankirin ku niha asta bikaranîna vê teknolojiyê hîn di asta çaverêkirî de nîne.
Ji 12 milyar ber bi 78 milyar dolaran ve
Li gorî amaran, xerciyên cîhanî yên ji bo çareseriyên hikûmî yên ku pişta xwe bi AI-yê girê didin, di sala 2023an de 12.6 milyar dolar bûn. Lê rapor pêşbînî dike ku ev hejmar di nava deh salan de bi awayekî berçav zêde bibe û di sala 2033an de bigihîje 78 milyar dolaran.
Ezmûnên serkeftî: Abu Dhabî û Hangzhou
Rapor balê dikşîne ser çend mînakên serkeftî yên ku bajaran zîrek dikin:
- Abu Dhabî: Bikaranîna platforma "TAMM" ji bo birêvebirina karûbarên bazirganî bi awayekî elektronîk.
- Hangzhou (Çîn): Sîstema "City Brain" ku trafîk û pêvajoyên şaristaniyê bi rê ve dibe.
- Accra (Gana): Tespîtkirina cihên neyasayî yên avêtina çopê bi rêya teknolojiyê.
- Sao Paulo (Brezîlya): Bikaranîna AI-yê ji bo zêdekirina karîgeriya komkirina çopê û asayîşa giştî.
Berbest û astengî: Tenê %2ê hikûmetan AI bikar tînin
Tevî van derfetan, rapor hişyarî dide ku hîn astengiyên mezin li pêşiya vê guhertinê hene. Lêçûna zêde ya darayî, parastina nihêniya daneyan (data), kêmiya yasayan û nebûna pisporan wekî berbestên sereke hatin rêzkirin. Li gorî lêkolîneke saziya "Bloomberg", li seranserê cîhanê tenê %2ê desthilatên xwecihî (herêmî) karîne bi temamî AI-yê di karên xwe de bi cih bikin.
5 Pêşniyarên ji bo paşerojê
Ji bo derbasbûna ji van astengiyan, rapor 5 rêçareyên sereke pêşkêş dike:
1- Avakirina hevkariyên stratejîk ji bo dabînkirina budceyê.
2- Bihêzkirina baweriyê bi rêya parastina daneyan.
3- Rêkxistina yasa û rênimayên teknolojîk.
4- Perwerdekirina kadroyên pispor.
5- Pêşxistina sîsteman li gorî pêdiviyên bikarhêneran.
Serokê Beşa Kertê Giştî li kompanyaya Arthur D. Little, Dr. Raymond Khoury derbarê raporê de got: "Zîrekiya Destkird dikare şoreşeke rasteqîn di bajaran de ava bike. Tevî ku astengî zêde ne, lê dîtin û veberhênan dikarin bajaran ber bi zîrekbûn û paşerojeke geştir ve bibin."