Herêma Kurdistanê û Îmarat hevkariya stratejîk a di warê enerjiyê de gotûbêj dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 4ê Sibatê li perawîza Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan a li Dubayê, bi Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiya Pêşketî yê Îmaratê Sultan el-Caber re civiya.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de giringiya pêşxistina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê hat gotûbêjkirin. Her du aliyan bi taybetî tekezî li ser xurtkirina hevkariyan di warên enerjî, samanên siruştî û teknolojiya pêşketî de kirin.
Sultan el-Caber, ku hevdem Serokê Kompanyaya Neteweyî ya Neftê ya Abu Dhabî (ADNOC) ye, di hevdîtinê de amadehiya welatê xwe ji bo peydakirina derfetên veberhênanê û alîkariya teknîkî di projeyên Herêma Kurdistanê de diyar kir.