Al-Monitor: Fransa dixwaze mafên Kurdan di destûra Sûriyeyê de werin misogerkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Malpera Amerîkî Al-Monitor di raporeke taybet de aşkere kir, Fransayê di rêkeftina navbera HSD û hikûmeta Şamê de roleke sereke lîstiye. Li gorî raporê, Parîsê zexteke mezin kiriye da ku mafên çandî û perwerdehiya bi zimanê Kurdî di rêkeftinê de werin mîsogerkirin.
Malpera Al-Monitor a Amerîkî, ku pişta xwe bi çavkaniyên dîplomatîk girê dide, di raporeke nû de hûrgiliyên rola Fransayê di hevdîtinên navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê de aşkere kirin. Rapor balê dikşîne ser wê yekê ku Fransa bûye garantora parastina mafên medenî û çandî yên gelê Kurd di çarçoveya vê rêkeftinê de.
Zimanê Kurdî û Destûra Nû
Li gorî hûrgiliyên raporê, hikûmeta Fransayê zexteke giran li ser her du aliyan kiriye da ku "mafê xwendina bi zimanê Kurdî" wekî xaleke sereke û neyê guhertin di rêkeftinê de were çespandin. Ev xal di 2ê Sibatê de (roja destpêkirina cîbicîkirina rêkeftinê) bi fermî ket warê cibicîkirinê.
Herwiha Fransa dixwaze mafên Kurdan di destûra nû ya Sûriyeyê de bi awayekî mayînde werin cihkirin. Parîs tekez dike ku divê nûnerên Kurdan di komîsyona amadekirina destûra nû ya Sûriyeyê de bi awayekî çalak û bi bandor cih bigirin, da ku mafên wan bibin bendên destûrî yên nayên guhertin.
Şandeke bilind a Fransayê li Qamişloyê bû
Di heman çarçoveyê de û ji bo xurtkirina peywendiyan, roja 3ê Sibatê şandeke bilind a hikûmet û parlemantoya Fransayê serdana bajarê Qamişloyê kiriye û bi rayedarên Rêveberiya Xweser re civiye.
Rêveberiya Xweser derbarê vê serdanê de daxuyaniyek weşand û diyar kir, şanda Fransî amadehiya xwe nîşan daye ku daxwazên miletê Kurd û pêkhateyên herêmê bigihîne navendên biryardanê yên cîhanî.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Şandeya Fransî soz da ku dê ji bo parastina mafên siyasî û medenî yên xelkê herêmê bixebite û hevkariyên xwe yên di şerê li dijî terorê de hîn bêtir xurttir bikin."