Rêveberê Rawestê: Serok Barzanî wekî rêberekê netewî xwedî li Rajavayê derket
Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberê Kompanyayeka Lêkolînê ya Tirkiyeyê radigihîne: Serok Barzanî bi peyam û hewlên xwe yên bo parastina rojavayê Kurdistanê bûye Rêberekî Netewî yê hemû Kurdan û dê hêz û bandora wî ya li parçeyên din ên Kurdistanê zêdetir bibe. Yasanas û siyasetmedarekî diyar jî dibêje: Serok Barzanî hişmendiya neteweperweriya Kurdî taybet li bakurê Kurdistanê geş kiriye.
Peyam û bizavên dîplomatîk ên Serok Barzanî yên ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê li raya giştî û siyasî ya Tirkiyeyê karvedaneke berfireh bi xwe re aniye û ev çend roj in siyaseta Tirkiyeyê daxuyaniyên Serok Barzanî şîrove dike.
Rêveberê Kompanyaya Lêkolînê ya Rawestê Roj Gîrasun got: Serok Barzanî bi daxuyaniyên xwe yên dawî wekî rêberekî netewî yê hemû Kurdan rol lîstiye û dê bandora wî ya siyasî û netewî li ser hemû parçeyên Kurdistanê zêdetir bibe.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê piştî gelek civîn û pêwendiyên telefonî yên bi navbeynkariya Serok Barzanî gihiştibûn pêşlihevkirinekê. Siyasetmedar û yasanasekî diyar vê lihevkirinê wekî serkeftineke dîplomatîk a Serok Barzanî dizane û di wê baweriyê de ye ku, Serok Barzanî hişmendiya neteweperweriya Kurdî di nava hemû Kurdan de geş kiriye.
Siyasetmedar û yasanas Celal Baykara jî got: Ev ne serkeftineke nû ya dîpolamatîk a Kak Mesûd Barzanî ye. Malbata Barzaniyan bi taybetî jî Kak Mesûd li çar parçeyên Kurdistanê her dem piştevanê têkoşîna demokratîk û rizgarîxwaz a netewî ya Kurd bûye.
Celal Baykara amaje jî da: Ew îro jî heman rolê dilîze. Nerazîbûna bihêz û rast a Mesûd Barzanî ya li dijî komkûjîkirina Kurdên Rojavayê Kurdistanê, neteweperweriya Kurdî ya di nava Kurdan de ku vê dawiyê bilind bûbû, mezintir kir.
Navbirî herwesa ragihand: Ez pêşbinî dikim dê siyaseta biratiya gelan a Ocalan lawaztir bibe û netewepweriya Kurdî dê geştir bibe. Mesûd Barzanî selimand ku birayên Kurdan tenê Kurd in.
Hevserokê Dem Partiyê Tuncer Bakirhan jî li roja Yekşemê ji ber piştgiriyên jii bo Rojavayê Kurdistanê spasiya Serok Barzanî kiribû.
Piştgiriya Tevgera Barzanî ji bo parçeyên din ên Kurdistanê ne mijareke nû ye. Li sala 1946ê li Mahabadê, li sala 2014ê li Kobaniyê û îro jî li seranserê rojavayê Kurdistanê berdewam e û wisa diyar e dê berdewam jî bibe.