Dîndar Zêbarî: Raspardeyên navneteweyî yên girêdayî jinan li Herêma Kurdistanê 87% hatine bicihanîn

Dîndar Zêbarî
Dîndar Zêbarî

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navneteweyî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Cinêvrê ragihand ku, Herêma Kurdistanê ji bo redkirina tundûtûjiya li ser bingeha zayendî pabendbûna xwe bi tevahî bi rênimayên navneteweyî re nîşan daye û cihê jinan di her sê desthilatên Herêma Kurdistanê de di asteka bilind de ye.

Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navneteweyî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî îro (Çarşem, 4ê Sibata 2026ê) di gotarekê de di gera 92ê ya Peymana Nehêlana Hemî Rengên Cudakariyan li dijî Jinan (CEDAW) de li Cinêvê amarên berfireh li ser rewşa jinan li Herêma Kurdistanê pêşkêş kirin.

Dîndar Zêbarî eşkere jî kir: Bicihanîna karnameyên navneteweyî li ser asta hikûmetê gihîştiye 87%, li ser asta desthilata dadweriyê 78% û di desthilata danana qanûnê de jî 40% ya rênimayan hatine bicihanîn.

Navbirî di derheqa tevlîbûna jinan di qada siyasî û biryardanê de amaje da: Jinan roleka bilind heye, bi rengekê ku Serokê Parlementoyê, sê wezîr û parêzgarek jin in. Herwesa di sektora dadweriyê de jî bilind e 26% ya tevahiya dadwerên Herêma Kurdistanê jin in.

Di warê aborî û bazara kar de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê derfetên mezin afirandine. Li gorî amaran, 778 jin rêveberên şîrketan in. Herwesa hikûmetê di çarçoveya deynên biçûk de piştgirî daye hezar û 192 jinên cotkar û xwediyên projeyên çandiniyê. Di warê medyayê de jî, hezar û 600 rojnamevanên jin qeydkirî ne, ku ev yek jî azadiya xebata medyayê ji bo jinan nîşan dide.

Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navneteweyî di pareka din a gotinên xwe de bal kişand ser aliyê mirovî û parastina jinan û ragihand: Hikûmetê ji bo neh hezar jinan cihên vehewiyanê û penageh peyda kirine. Herwesa me pênc navendên mezin ji bo alîkariyên qanûnî û derûnî hene, ku her sal nêzîkî 900 jinan qesta wan dikin.

Dîndar Zêbarî herwesa bi bîr xist ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêkarên tund ji bo parastina rûmeta jinan di dema pêvajoyên siyasî de wergirtine. Herwesa komîteyeka taybetî hatiye avakirin, ji bo rûbirûbûna her kesekê ku di dema kampanyaya hilbijartinan de sivkatiyê bi berbijarên jin bike.