Parêzgarê Hewlêrê: Daxistina Nivîsîngeha NRTyê ji ber sivkatîkirina bi sembolên neteweyî ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgarê Hewlêrê ragihand: Sedema daxistina Nivîsîngeha NRTyê ne bi biryarên partîyane û kesane ve girêdayî ye, belkî ji ber sivkatîkirina bi sembolên neteweyî ye.
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw îro (Çarşem, 4ê Sibata 2026) di konferanseka rojnamevanî de ragihand: Kanala NRTyê sembolên neteweyî binpê kirine. Piştî lêkolînan û komkirina delîlan, biryara daxistina wê hatiye dayîn.
Omêd Xoşnaw amaje jî da ku, biryara daxistinê ji bo nivîsîngehên tevahiya Kurdistanê ye, ne tenê ji bo yên yek an du parêzgehan. Tekez jî kir: Şandina hêzê ji bo ser wê kanalê rast nîne, Wezareta Rewşenbîrî haydar e û nûnerê wê di wê komîteyê de hebû. Ew nivîsîngeh bi biryara dadgehê hatiye daxistin.
Navbirî herwesa amaje daye wê yekê jî ku, daxistina wê nivîsîngehê ji biryarên partiyane dûr e.
Parêzgarê Hewlêrê tekez jî kir ku, ew biryar ji biryarên kesane û partîyane dûr e, wêneyên serkirdeyan li ser şaşeya NRTyê hatine şêwandin.