Mesrûr Barzanî: Pirsgirêka neavakirina hikûmetê li ser wergirtina postan e û hin kesan pirsgirêkên şexsî hene
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Dubayê ragihand ku, têkiliyên bi Îmaratê re di asteka bilind de ne û li ser mijaran xwedî nerîneka hevpar in. Tekez jî kir ku, nabe avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Bexdayê ve bê girêdan, herwesa rexne li siyasîkirina mijara mûçeyan jî girt. Di derheqa Serokkomarê Iraqê de jî ragihand ku, divê Serokkomar nûnerîtiya piraniya xelkê Kurdistanê bike, ne ku tenê yê partiyekê be ku di hilbijartinan de bi ser neketiye.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 4ê Sibata 2026) di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Îmaratê û hevpeyvîneka taybet ligel Kurdistan24ê de bal kişand ser têkiliyên bi Îmaratê re û ragihand: Ev demeka dirêj e ku di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de têkiliyên bazirganî û aborî yên bihêz hene, ku li ser bingeha baweriyê çê bûne û roj bi roj pêş dikevin. Hebûna şîrket û veberhênerên her du aliyan li sûkên hev sedemeka sereke ya xurtbûna têkiliyên siyasî û bazirganî ye.
Mesrûr Barzanî herwesa got: Me bi Îmaratê re nerîneka hevpar ji bo piraniya mijarên heyî yên deverê heye û em berdewam ji bo parastina tenahiyê û nehêlana krîzan bi hev re dişêwirin.
Mesrûr Barzanî di derheqa armanca tevlîbûna xwe ya di Lûtkeya Hikûmetan li Dubayê de jî amaje da: Ev lûtke ji bo civîna rêber û bazirganan û lihevguhertina nerînên siyasî bi merema pêşîgirtina li zêdebûna krîzan derfet in.
Ron jî kir: Ev lûtke derfetek e ji bo wergirtina feydeyî ji ezmûna rêberên aborî yên cîhanê. Baş e ku, Herêma Kurdistanê wekî ezmûneka serketî tê dîtin û gelek welat dixwazin vê ezmûnê vekolin, ji ber ku ew li wê bawerê ne ku derfetên baş li Herêma Kurdistanê hene. Tekez jî kir ku, kişandina veberhêneran dê ji bo vejandina aboriyê û peydakirina derfetên kar alîkar be.
Di derheqa avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî got: Divê avakirina hikûmetê li ser bingeha dengê xelkî be. Dema ku aliyên siyasî rêz li xwesteka dengderan girt, pêvajo dê hêsan bibe. Me tu pirsgirêkek li ser karname û ecêndaya hikûmetê nîne û me li hev kiriye, belkî pirsgirêk li ser wergirtina postan e û hin kesan pirsgirêkên şexsî hene.
Tekez jî kir: Nabe ku berjewendiyên bilind ên welat di berjewendiyên şexsî an postekê diyarkirî de bên kêmkirin. Israra me li ser hin postên wezarî ji bo wê yekê ye ku, em bikarin baştir xizmeta welatiyan bikin, ji ber ku mixabin hin alî pabendî hikûmeteka yekgirtî ya seranserî nebûne, di demekê de ku em dixwazin bê cudahî xizmetan ji hemî parêzgehan re pêşkêş bikin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê red jî kir ku avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi avakirina Hikûmeta Iraqê ve girêdayî be û ragihand: Ev zêdetir ji salekê ye ku hilbijartinên Herêma Kurdistanê hatine kirin û diviyabû ku hikûmet par bihata avakirin, lê aliyê beranber xwest ku bi hikûmeta federal ve girê bide da ku destkeftiyên her du hilbijartinan tevlihev bike. Ji bo me, ev du mijarên cuda ne û divê serederî cuda pê re bê kirin.
Di derheqa posta Serokkomarê Iraqê de jî eşkere kir ku, heta niha tu lihevkirinek çê nebûye. Lê tekez jî kir ku, divê berbijarê Serokkomar ji aliyê hemî xelkê Kurdistanê ve qebûlkirî be, ne ku berbijarê partiyekê be ku di hilbijartinan de jî bi ser neketiye. Mekanîzma herî baş ew e ku, berbijarê Serokkomar li parlementoyê bê yekalîkirin û bi piraniya dengan bê destnîşankirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji ber siyasîkirina mijara mûçeyan rexne li Bexdayê girt û got: Divê bi rengekê wekhev serederî bi welatiyên Herêma Kurdistanê re bê kirin. Heke Bexdayê pirsgirêkek hebe, divê bandora wê li ser hemiyan wekhev be.
Amaje jî da ku, di civîna xwe ya dawiyê ya ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî de li Hewlêrê mijara mûçeyan nîqaş kiriye û ragihand: Wî got ku em di krîzeka aborî de ne, lê hêvî kir ku pirsgirêka mûçeyên Fermanberên Herêma Kurdistanê di zûtirîn dem de bê çareserkirin. Em hêvî dikin ku ew di zûtirîn dem de mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bişînin, ku wan niha dest bi belavkirina mûçeyan li ser fermanberên xwe kiriye.
Mesrûr Barzanî ron jî kir ku, Herêma Kurdistanê pabendiyên xwe bi cih anîne; ji ber ku petrola Herêma Kurdistanê tê firotin û 120 milyar dînar jî ji dahatên negirêdayî petrolê ji Wezareta Darayî ya Iraqê re tên dayîn, ku ev dibe nêzîkî 60% heta 70% ya mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê, Bexda ji bo temamkirina mûçeyan tenê 200 milyar dînaran dixe ser wî pereyî, lewma em hêvîdar in ku di zûtirîn dem de ew mafên darayî bişînin.