Axios: Amerîka û Îran bi zexta welatên Erebî vegeriyan danûstandinan
Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî ku ji ber duberekiyên li ser cih û awayên civînê, gelek nemabû ku danûstandin hatibam hilweşandin. Rayedarên Koçka Spî eşkere kir ku, danûstandinên atomî yên bi Îranê re dê li roja Înê li Mesqata paytexta Emanê bên lidarxistin. Ev biryar jî piştî wê yekê hat dayîn ku, neh welatên deverê daxwaz ji birêvebiriya Trump kir ku xwe ji danûstadninan venekêşe.
Malpera Axiosê ya Amerîkayî îro (Çarşem, 4ê Sibata 2026) ji zarê du rayedarên Amerîkayî belav kir ku, plan ji bo kirina danûstandinan hatin çalakkirin, ev jî piştî ku serkirdeyên welatên Erebî peywendî bi birêvebiriya Trump re kir û daxwaz jê kir ku, gefa vekişîna ji danûstandinan bi cih neyîne, ji ber ku şkestina dîplomasiyê tirseka mezin li cem welatên deverê çê kiribû ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dê penaya xwe bibe ber bijardeya leşkerî.
Amerîkayê li destpêkê plan kiribû ku, danûstandin li Stenbolê û bi tevlîbûna welatên din ên deverê bên kirin ji bo behskirina doza atomî û mûşekî û komên çekdar, lê Îranê israr kir ku divê ew civîn li Emanê bê lidarxistin û tenê dualî be da ku baldarî tenê li ser doza atomî be.
Çavkaniyan dibêjin ku, Amerîkayê li destpêkê ew şert red kir û ji Îraniyan re got, an şertên me ne an tiştek tune, lê di bin zexta hevalbendên Ereb de, ew li dawiyê razî bûn.
Tayedarên Amerîkayî got: Me ji wan re got ku eger welatên Ereb israr bikin, em dê wê civînê bikin, lê em ji niyeta Îranê pir biguman in. Rayedarekê din jî yê Amerîkayê got: Razîbûna me ji bo rêzgirtina li hevalbendên me û dana derfeteke ye ji bo çareseriyeka dîplomasî, lê em ne xeşîm in.
Di vê navberê de, Nûnerê Koçka Spî Steve Witkoff û zava û Şêwirmendê Trump Jared Kushner li roja Pêncşemê biçin Qeterê û di dû re jî biçin Omanê da ku tevlî wan danûstandinan bibin. Pêştir jî Witkoff li Îsraîlê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re civiya û zanyarên hewalgirî yên nû li ser Îranê wergirt û Netanyahu tekez kir ku, mirov nikare baweriya xwe bi Îranê bîne.
Herwesa Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî jî her îro li ser tora civakî ya Xê nivîsiye: Danûstandinên li ser bernameya atomî ya Tehranê bi Amerîkayê re dê li roja Înê saet 10:00 ê sibehê li Mesqetê bên lidarxistin.