Mezlûm Ebdî li Hewlêrê bi Wezîrê Derve yê Fransayê re dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Peyamnêrê Kurdistan24ê li Hewlêrê da zanîn, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro 5ê Sibatê serdana Hewlêrê dike û bi Wezîrê Derve yê Fransayê re dicive.

Ev serdana Mezlûm Ebdî ya bo Hewlêrê, piştî wê peywendiya telefonî tê ku roja yekşemê (1ê Sibatê) di navbera Serok Mesûd Barzanî û Mezlûm Ebdî de pêk hatibû. Di wê peywendiyê de, her du aliyan li ser geşedanên dawî yên Sûriyeyê û qonaxên cîbicîkirina rêkeftina navbera HSD û hikûmeta Şamê nîqaş kiribûn. Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî tekezî li ser çareserkirina kêşeyan bi rêya diyalogê û parastina asayîş û aramiya herêmê kiribûn.

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot îro gera xwe ya li Rojhilata Navîn dest pê kir. Li gorî daxuyaniya Berdevkê Wezareta Derve ya Fransayê Pascal Confavreux, westgeha yekem a wezîrê Fransî paytexta Sûriyeyê, bajarê Şamê bû. Barrot li wir ligel hevtayê xwe yê Sûriyeyî Es’ed Şeybanî civiya û mijara sereke ya hevdîtinê rêkeftina HSD û Şamê bû.

Barrot piştî serdana Şamê dê berê xwe bide Bexdayê da ku ligel Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Iraqê bicive; li wir tewereyên herî giring ên hevdîtinan dê berdewamiya şerê li dijî DAIŞê, hevkariya ji bo aramiya herêmê û dosyaya çekdarên Fransî yên DAIŞê bin, ên ku beriya demekê ji Rojavayê Kurdistanê ber bi girtîgehên Iraqê ve hatibûn veguhastin."

Wezîrê Derve yê Fransayê beriya ku derkeve vê gerê, daxuyandibû, Fransa ligel hevkarên xwe çavdêriya cîbicîkirina rêkeftina HSD û Şamê dike. Barrot tekez kiribû ku Parîs di hemû astan de hewl dide rê li ber alozî û şer bigire û xwedî li mafên siyasî û ewlehî yên Kurdên li Sûriyeyê derkeve.

Tê çaverêkirin ku civîna navbera Mezlûm Ebdî û Jean-Noel Barrot li Hewlêrê, derfetek be ku Fransa careke din piştgiriya xwe ya bo aramiya Rojavayê Kurdistanê û parastina destkeftiyan nîşan bide.