Elî Dolemerî: Fransa ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê dilsoz e
Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje da ku, gelê Fransayê bi giştî ji Kurdan û Herêma Kurdistanê hez dike û Fransayê îspat kir ku dosta Kurdan e.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê Elî Dolemerî îro (Pêncşem, 5ê Sibata 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand: Têkiliyên di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê de di asteka pir baş de ne, heta wê astê ku têkiliyên Serokkomarê Fransayê jî bi Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê re jî pir baş in.
Elî Dolemerî herwesa got: Ya giringtir ew e ku, gelê Fransayê bi rengekê giştî ji Kurdan û Herêma Kurdistanê hez dike. Di dema êrîşên artêşa Erebî ya Sûriyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê de, gelê Fransayê û dezgehên wê yên fermî peywendî bi nûnerîtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li wî welatî kir û dilsozî û piştgiriyên xwe jê re anîn ziman.
Navbirî amaje jî da: Fransayê îspat kir ku dosta Kurdan e û ev jî ji bo me kêfxweşiyek e. Ev têkilî vedigerin berî gelek salan, xasma jî Fransayê di dema şerê li dijî DAIŞê de gelek alîkariya Pêşmergeyan kir.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê tekez jî kir: Em bi Fransayê re berdewam di danûstandinan de ne, da ku mafên Kurdan li Sûriyeyê di destûra wî welatî de binecih bikin. Fransa jî dixwaze bi vî rengî mafên Kurdan misoger bike.