Mesrûr Barzanî serdana xwe ya ji bo Îmaratê bidawî anî
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana xwe ya ji bo Îmaratê bidawî anî û got: Tevlîbûna serkirdetiya Îmaratê di pêşxistina deverê de rengvedana pabendbûna wê ya bi aştî û avedaniyê ye.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 5ê Sibata 2026ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nivîsî: Spas ji ‘WorldGovSummit’ê û serkirdetiya Îmaratê re, ji bo çêkirina navendekê ji bo diyalogê û lihevguhertina dîtin û nêrînan.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî da ku, tevlîbûna serkirdetiya Îmaratê di pêşxistina deverê de rengvedana pabendbûna wê ya bi aştî û avedaniyê ye.
Mesrûr Barzanî îro serdana xwe ya sê rojî ya ji bo Îmaratê bidawî anî, ku di dema wê serdana xwe de hejmareka civînên girîng û berhemdar bi serkirdetiya siyasî ya Îmaratê, wezîr û berpirsên wî welatî re li dar xist.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li roja Duşemê (2ê Sibata 2026ê) li ser vexwendina fermî ya Cîgirê Serok û Serokwezîrê Îmaratê û Dadwerê Dubayê Şêx Mihemed bin Raşid Al Mektûm, bi merema tevlîbûna di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de gihîşt Dubayê û ji hêla Wezîrê Dadê yê Îmaratê Ebdila Elniêmî ve pêşwaziya wî hat kirin.
Thank you, @WorldGovSummit and the UAE leadership for creating a hub for dialogue and ideas. Your contribution to regional development reflects your commitment to peace and prosperity. pic.twitter.com/N3bG8A1TIN
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) February 5, 2026