Nêçîrvan Barzanî: Em helwesta Fransayê li beranberî pirsa Kurdan ji bîr nakin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Fransayê di konferanseka rojnamevanî ya hevpar de naveroka civîna xwe ya îro ji medyayê re eşkere kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Pêncşem, 5ê Sibata 2026ê) di konferanseka rojnamevanî ya hevpar de bi Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot re got: Me di civîna xwe de pêşxistina têkiliyên Fransayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û berfirehkirina hevpariya xwe ya stratejîk ji bo niha û paşerojê nîqaş kir.
Serokê Herêma Kurdistanê herwesa ragihand: Me rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê bi Barrot re nîqaş kir, me spasiya dostaniya kevn û piştgiriya berdewam a Fransayê ji bo Iraqê û bi taybetî gelê Kurdistanê kir.
Serokê Herêma Kurdistanê di pareka din a gotinên xwe de amaje da: Em spasî û rêzên xwe ji Serokê Fransayê re tekez dikin, ku her gav piştgirî daye gelê Kurdistanê û mafên wî yên destûrî. Tekez jî kir ku, gelê Kurdistanê dê tu carî piştevanî û piştgiriyên Serokê Fransayê ji bîr neke.
Nêçîrvan Barzanî herwesa got: Em xemxwerî û dilsoziya Fransayê û rola girîng a Serok Macron ji bo agirbesta li Sûriyeyê, destpêkirina diyalogê di navbera Şam û HSDê de û herwesa piştgiriya mafên destûrî yên gelê Kurd û pêkhateyan bi rengekê destûrî li Sûriyeyê bilind dinirxînin.
Amaje jî da: Em bi Fransayê re heman nêrînê parve dikin ku tenahiya Sûriyeyê girîng e, Sûriyeyeka yekgirtî ku Kurdan û hemî pêkhateyan vegire û mafên hemiyan parastî bin. Ji bo vê yekê, me tekezî li ser pêkanîna peymana di navbera Şam û HSDê de di bin çavdêriya navneteweyî de kir.
Serokê Herêma Kurdistanê di pareka din a gotinên xwe de jî eşkere kir: Em bi Wezîrê Derve yê Fransayê re hevnerîn bûn ku, DAIŞ hîn jî ji bo aştî û tenahiya deverê metirsiyeka rastîn û gef e. Tekez jî kir ku, divê erkê hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî li dijî DAIŞê û têkoşîna li dijî terorê û tundrêtiyê berdewam be.
Herwesa ragihand: Me bi Wezîrê Derve yê Fransayê re girîngiya parastina aramî û tenahî û pêşîgirtina li zêdebûna aloziyên deverê tekez kir. Herwesa me tekez kir ku, divê her bizavek bê kirin da ku pirsgirêk û alozî bi diyalog û aştiyê bên çareserkirin.